Li Rûsyayê Cansiz, Dogan û Şaylamez hatin bibîranîn

Li Rûsyayê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez ku li Parîsê hatibûn kuştin, hatin bibîranîn.

Li Komara Xweser Adigeyê ya Federasyona Rûsyayê, li navçeya Pervomayskyê ya bajarê Tambovê Kurdistaniyan, di salvgera 5’an a komkujiyê de sê jinên Kurd ên şoreşger ku 9’ê Çile li Parîsê hatibûn kuştin, bi bîr anî.

ADÎGEY

Li Adîgeyê bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê civîneke bi mebesta bibîrana Cansiz, Dogan, Şaylemez pêk hat. 

Endamê KNK’ê Feyzo Huseyîn di civînê de axivî, Huseyîn li civînê axivî û got  cînayeta ku dadmendiya Fransayê ser ronî nekiriye, Kurdan bi derfetên xwe ronî kirine.

Huseyîn di axaftina xwe de got 3’ê jinên Kurd ên şoreşger bi destê MÎT’a Tirk bi hovane hatine kıştin, li gel ku gumanbarê ve bûyera di dest polîsên Fransayê de jî bû ji ber hesabên berjewendiyê nehatiye ronîkirin lê Tevgera Azadiya Kurd bi derfetên xwe ser komkjiyê ronî kiriye û ji komplogeran hesab  pirsî ye.

PERVOMAYSK

Kurdistaniyên li Pervomayskiyê ya Tambovê jî 3 jinên Kurd ên şoreşger bi bîr anîn.

Di bernameya bîranînê de Endama Tevgera Jina Kurd a Rûsyayê Fatma Nabîyeva axivî. Nabîyeva got Sakîne Cansiz ji bo jinên Kurd sembola azadiyê ye, Cansiz beşekî girîng ê jiyana xwe daye têkoşîna azadiya gelê xwe û mohra xwe li gelek serketinan daye û Sakîne Cansiz yek ji sembola jinên azad e.

Nabîyeva got divê her jineke Kurd Sakîn li ber xwe bike mînak û têkoşînê geş bike.