Li Romayê çalakiya Gezî

Li Romayê çalakiya Gezî

Li paytexta Îtalya Romayê, 100 çalakgerên li hev kom bûn, piştgirî dan berxwedana li Parqa Gezî ya Stenbolê.

Koma ji 100 kesî doh danê êvarê li ber Serkonsolosiya Tirkiyê ya li Romayê hat cem hev û bi armanca piştgirîdayîna berxwedana Gezî, mîtîngek lidar xist. Çalakî ji aliyê sosyalîstên Îtalî û saziya Kurdan Ararat ve hat organîzekirin û kiryarên dijdemokratîk ên li Tirkiyê hatin şermezarkrin. Di axaftinên li çalakiyê de hat xwestin, ku pêvajoya aştiyê ya li Kurdistanê destpê kiriye, neyê sabotekirin.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.