Li Romayê bi hezaran bêkar daketin kolanan
Li Romayê bi hezaran bêkar daketin kolanan
Li Romayê bi hezaran bêkar daketin kolanan
Li paytexta Îtalya Romayê, bi hezaran kes li dijî polîtîkayên aboriyê û bêkariya rêjeyeke bilind, daketin kolanan.
Bi hezaran kesên bi armanca şermezarkirina polîtîkayên hukûmeta koalîsyonê daketin kolanan û ji bo pirsgirêkên aboriyê çareser bibin bang li hukûmetê kirin ku qadên nû yên kar veke. Çalakgeran her weha ji bo karkeran hîn bêtir maf û mercên baş ên kar xwestin.
Li Îtalyayê hukûmeta nû ya ji koalîsyona rastgir, navend û çepgiran pêk tê, di meha Nîsanê de ava bû, lê ji niha ve baweriya bi hukûmetê qels bû. Li gorî ankêta SWG, ji destpêka meha Gulanê ve rêjeya ji sedî 43'an a ji hukûmetê bawer dikir, daketiye ji sedî 34'an.
Serokê hukûmeta nû Enrîco Letta gava hat ser deshilatdariyê diyar kir ku karê wî yê destpêkê wê avakirina cihên nû yên kar be. Lê belê xwepêşandêrên îro daketin kolanan dibêjin Letta soza xwe ji bîr kiriye û hîn bêtir giraniya xwe de ser reforma der heqê baca eraziyê de.
Li Îtalyayê rêjeya bêkariyê ji her demê bêtir zêde bûye û di nava ciwanan de jî ev rêje ji sedî 38 e.