Li rojava rêze-çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî
Li rojava rêze-çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî
Li rojava rêze-çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) rêzeçalakiyên xwe yên bi munasebeta roja zimanê kudî ji raya giştî re eşkere dike. SZK’ê dê li hemû bajrên Rojavayê Kurdistanê ji 10’ê Gulanê heta 15’ê Gulanê dom bike. SZK’ê bernameya xwe eşkere kir û bang li hemû welatiya kir ku tevlî çalakiyên wan bibin. Di şahiyan de dê hunermendên ji derve jî tevlê bibin. SZK’ê bernameya xwe wiha eşker kir:
QAMİŞLO
Li Qamişlo di 10 Gulanê dê meşa bi navê cejna ziman ji ber mizgefta Qamimo were lidar xistin. Di 13’ê Gulanê dê sermînerek di derbarê dîroka ziman de li navenda çand û huner were dayîn û belavok werin belavkirin. Di 15’Gulanê de wê li qada Şehîd Xebat seat di 16.00’an de şahiyek mezin were lidar xistin. Koma Botan û Hunermend ji derve dê tevlî şahiyê bibin.
DÊRIK
Li Dêrikê di 15’ê Gulanê de dê şahiyek were li dar xistin. Şahî bi tevlêbûna koma cûdî, hunermend Yûsif Agirî û helbest werin gotin. Di heman demê de wê bawernamyên asta 1,2 û3 were dayîn.
GIRKÊ LEGÊ
Li Girkê Legê di 14 Gulanê de li navenda çand û hunerê, dê şahiyek were li dar xistin û bawername li şagirtan werine belavkirin.
TIRBESPIYÊ
Li Tirbesipiyê di navera 11’ ê Gulanê bawername li herêma Sinceqê were belavkirin. Di 13’ê Gulanê de bawername li herêma Aliyan were balavkirin. Di 15’ê Gulanê de dê navenda zimanê kurd saet di 16.00’an de were vekirin û piştre şahiyek girseyî were lidarxistin.
SERÊKANIYÊ
Li Serêkaniyê dê di 15 Gulanê dê bi şahiyek girseyî di Parka Şehîd Kamîran de were lidar xistin.
AMÛDÊ
Li Amûdê dê gelek çalakî ji bo guhertina navên dikanan di nava bazara bajêre de di 9- 15’ê Gulanê werin lidar xistin. Di 15’ê Gulanê de dê navê gundên li ser riya Amûdê û Dirbêsiyê bi kurdî bêne nivîsandin. Her wiha di 15’ê Gulanê de şahiyek dê were lidarxistin.
HESEKÊ
Li Hesekê dê di 10’ ê Gulanê de şahiyek girseyî seat di 16.00’an de were lidarxistin û bawernameyên şagirtan were dayîn.
DIRBÊSIYÊ
Li Dirbêsiyê di navbera 10 û 15 Gulanê de wê semîner werin lidarxistin û di 15’ê Gulanê de şahiyek girseyî dê were lidarxistin.
EFRÎN
Li Efrînê dê di 12’ê Gulanê de şahiyek li başûrê bajêr bê lidarxistin. Di 13’ê Gulanê de şahiyek li rojhilatî bajêr dê wer e lidarxistin. 14’ê Gulanê dê bawername li hemû navçeyên Efrîn tê belakirin.
KOBANÊ
Li Kobanê di 15’ê Gulanê de i şahiyek girseyî dê li navenda bajêr were lidarxistin. Di 14’ê Gulanê de şahiyek li Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin.
SZK’ê bang li hemû gelê Rojava Kurdistanê û bi taybet dayik û jinan kir ku ji bo ala têkoşîna Zimanê dayikê bi cil û bergên netewî tevlî çalakiyan bibin.