Li Rojava dadgerên jin li dozên jinan dinêrin

Li Rojava dadgerên jin li dozên jinan dinêrin

Şoreşa gel ya li Rojavayê Kurdistanê, herî zêde jî di alî jinan de wek şoreşekê tê nirxandin.

Di çarçoveya qanûnên xweseriyê de zewaca bi zorê, di temenê biçûk de zewac, qelend û pir zewacî hate qedexekirin. Jin jibo têkoşîna li dijî zayenda civakî û şîdetê  çûn sazîbûnê.

Malên jinan ji bo jinên ku rastî şîdetê  bûn navendên serlêdanê, li akademiyên jinan jî perwerde tên ayîn. Jinên di xebatên rêveberiya meclisên jinan de cih digirin di atolye û kooperatîfan de aboriya xwe ava dikin, dadgerên jin li dozên şîdeta nava malê dinêrin û zîhniyeta mêr ya di darazê de ji holê radikin.

Di bin sîwaneya Yekitiya Star de jinên di qada aborî, siyasî û civakî de têkoşînê dimeşînin ev di 3 salan de pêk anîn.

Endama Koordînasyona Yekitiya Star ku di 2005’an de hat avakirin û piştî 19’ê tîrmehê zêdetir aktîf bû Dîcle Serêkaniyê ji ANF’ê re axivî.

Dîcle Serêkaniyê diyar kir ku bi têkoşîna ku li dijî şîdeta jinan tê dayîn bê guman hêj hemû pirsgirêk nehatine çareserkirin lê bi awayekî cidî başbûneke heye. Serêkaniyê  da zanîn ku ew bi hêz û rêxistina xwe bawerin û got li Rojava li her qada jiyanê têkoşînê dimeşînin.

Dîcle Serêkaniyê wiha got: “Yekitiya Star di 2005’an de ava bû. Lê li Rojava ev 40 sale xebatên jinan tê meşandin.  Xebatên îro jî hilberîna pêvajoya dîrokiye.  Di nava TEV-DEM’ê, em li Rojava sîwaneyeke ku li hemû qada rêxistina jinê dikeye.

Ev 3 sale li Rojava şoreşek tê jiyîn. Me jî xebatên xwe lez kir. Yekitiya Star dema van xebata dike li ser sê esasa tevdigere; ya yekemîn, mîrateya têkoşîna jinên li cîhanê ye.  Ya duyemîn pêvajoya şoreşê ya li Rojava ye. Di vê pêvajoya şoreşê de bedelên mezin hatin dayîn, şehadestên mezin hatin jiyîn. Ya sêyemîn û ya herî girîng jî xebata azadiyê ya jinan a Rêber Apo ye û perspektîfên wî ne. Keda wî ya têkoşîna jinê de ji bo me gelek girînge. Em têkoşîna xwe li ser van esasan dimeşînin.

Ligel malên jinan li Efrîn, Kobanê û Qamişlo 3 akademiyên jiyan yên ku xebatên perwerdekirinê dimeşîne heye.

Wekê her derê li cihên ku şer tên jiyîn, li Rojava jî bandora şer heye. Her çiqas şoreş defetan biafirîne jî, hilweşîn heye; zehmetiyên aborî tên jiyîn.

Ji bo vê jî jbo hewcedariyên jin û civakê em li taxan bi pergala komunînan em xwe rêxistin dikin. Ya duyemîn meclisên jinan heye. Ya sêyemîn kooperatîfên jinan heye. Niha li Kobanê, Qamişlo û Efrînê kooperatîf hatine avakirin. Li vir bi sedan jin dixebitin û aboriya xwe ava dikin. Ji bilî van gelek navendan atolya hene. Li Serêkaniyê jî jin di firinan de dixebitin. Di şer de gelek cih li vir hatin girtin. Lê em xebitin. Me li vir hewcedariya nan a bajar ji holê rakir.

Yekitiya Star di 5’emîn kongreya xwe de biryar da ku li bajarên mezin herî kêm 500 jinî re qada kar ve bikin û em hewl didin vê bikin. Armanca me ne ku em pere qezenc bikin, armanca me ev ku jin aboriya xwe  ava bikin û jiyana xwe îdame bikin.

Em dixwazin civakê bi teşe bikin. Dema em vê dikin, em bi akademiyan sînor nakin. Em bi giştî civakê diguherin. Ji bo vê jî em xebatan dimeşînin û mijarên wekê demokratîkbûna malbatê digirin dest.”

QEZENCAN RÊ LI BER GUHERÎNÊN CIDÎ VEKIR

Serêkaniyê di berdewamiya axaftina xwe anî ziman ku Şoreşa ku jinan pêşengiya wê kir û qezencên mezin hatin bidestxistin, rê li ber guherînên mezin kiriye. Serêkaniyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Eleqeyeke mezin dît. Niha ji sedî 80’ê jin pêşengiya şoreşa Rojava dikin. Ev ne tenê di vê qadê de, di hemû qadên jiyanê de wihaye. Lê nêrîneke wisa ya mêr heye;Bila jin hebe lê di bin kontrola min de be. Mînak me xwest  pêkanînên ne adîlane û qanûnên mêr diparêzin bên rakirin û me ev jî di TEV-DEM’ê de da qebûlkirin. Lê vê mêr dan zorê. Her çiqas di teorîkê de ev qebûl kiribin jî, di pratîkê de ew dan zorê.

Dîsa di dadgehan de dadgerên jin hene.  Ev xebatên em dimeşînin di civakê de erênî tên dîtin. Ev ji bo têkoşîna jinê girînge. Bandorek pozîtîf diafirîne.”

DADGEH HATIN AVAKIRIN

Serêkaniyê destnîşan kir ku bi malên jinan re, dadgeh jî hatin avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji hemû civakan jin serî lê didin. Li mafê xwe digerin. Berê jî dadgeh hebûn. lê yên dewletê bûn. Ji ber ku zîhniyeta mêr serdest bû jinan serî lê nedida. Lê îro dadgeh adîl tevdigerin. Bê guman pirsgirêkên jinan nehatine çareserkirin. Lê tiştên gelek girîng çêbûne.

Hêza parastinê di vê mijarê de gelek girînge. Di şoreşa Rojaa de YPG’ê roleke mezin lîst. Ev rol ne tenê li dijî çeteyan, di alî jinan de jî eleqedere. Van komên çeteyan hem di alî fizîkî û hem jî di alî çandî li dijî jinan komkujî pêk anîn.  Li Halep, Serêkaniyê, Tîl Eran, Tîl Hasil van çeteyan li mizgeftan waz dan û gotin jinên kurd helalin.

Li ser vê yekê mîlîtanên YPG’ê bi bombeyan çûn ser tanqên wan . berxwedaneke mezin nîşan dan. Bi taybet divê ev bê dîtin. Ev bi tena serê xwe şoreşeke. Vê bi jinan re bawerî û îdiayeke mezin derxist holê. Em çima têkoşîneke evqas mezin dimeşînin. Ji ber ku em bi hêz û rêxistina xwe bawerin. Em li Rojava li her qada jiyanê xebatê dimeşînin. Em bandora vê lis eranserê Rojava dibînin. Ger îro li Rojava texrîbatên mezin yên êrîşan çênebibûn, rola YJP’ê gelek mezin e.”

17 MALÊN JINAN LI ROJAVA HENE

Serêkaniyê got; “Em şîdeta li hemberî jinê wek pirsgirêka civakî digirin dest û nêz dibin. Li Rojaa 17 malên jinan hene. Ne starge, em wk malên azadiyê dibînin û didin nasîn. Ev mal zêdetir ji bo çareserkirina pirsgirêkên nava malbatî  û perwerdehiyê xebatan dimeşîne. Dema pirsgirêkek hebe diçin dadgeh, asayîş û saziyên jinan. Ev bi hev re dixebitin. Lê pirsgirêka jinan tenê bi darazê nayê çareser kirin. Ev beriya her tiştî pirsgirêka ahlaqiye. Şîdeta li dijî jinê civakiye. Têkoşîna me dê bi rojekê sînor nemîne.  Divê em li dijî şîdetê xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.

Serêkaniyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Rojhilata Navîn hêzên sivîl û demokratîk qelsin.  Pirsgirêka azadiyê ne tenê ya jinan an jî mêrane, ya me hemûyane. Belkî jî zêdetir ya mêrane. Piştî şoreşê însiyatîfa jinan a Sûriyeyê hat avakirin. Di avakirina însiyatîfê de rola jinên kurd girînge. Niha jinên li Sûriyeyê dijîn, di bin wê sîwaneyê de têkoşînê dimeşînin.  Em jî di vê însiyatîfê de cih digirin. Îtîfaqa me civakî û stratejîk e.”