Li Rojava bi malbatî di nava şer de ne
Li Rojava bi malbatî di nava şer de ne
Li Rojava bi malbatî di nava şer de ne
Li Rojava ligel hêzên YPG’ê, li gund û taxan her kesî çek girêdayê. Li herêma wekê Serêkaniyê, Gerkê Legê, Kobanî, Dirbêsî û Qamişlo yên pevçûn lê hene bav-kur, bav-keç û xwişk û bira li eniyên cuda cuda cih digirin.
Li Rojava gel li dijî çeteyan çek girêdane. Armanca wan a yekane ev e ku welatê xwe biparêzin di bin rêveberiyeke azad û demokratîk de bijîn.
Li van herêmên ku şer bi şîdet didome de, em kesên ku malbatî di nava şer de cih digirin re hev û din nas dikin.
Xalê Gabar 60 saliye. Embara xurekê ya li Serêkaniyê ya ji çeteyan rizgarkirine bi şervanên YPG’ê re diparêze. Kîlometreyek şûnde li herêmên Tîl Xelek-Mişirf, Esfer Necar, Cebhet El Nusra heye.
Xalê Gabar ji ANF’ê re axivî û got: “Ez 60 salî me. Lê temenê min yê şer 20 e. Em li vir welatê xwe diparêzin.
XWEDA EM WISA ÇÊKIRIN SÛCÊ ME ÇI YE?
Xalê Gabar da zanîn ku ew zilmê li kesî nakin û tenê dixwazin li vî welatî azad bijîn û wiha got: “Em embara genim diparêzin. Bi hezaran salane zilmê li me dikin. Me binpê dikin. Gelo jiyan ji me re herame. Xweda em wisa çêkirine. Em çi bikin. Xweda xwedayê me hemûyane. Xweda şahidê me ye. Tên li ser axa me êrîşê me dikin.
Tu pirsgirêka me bi kesî re nîne. Em demokrasiyê dixwazin. Em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn. Em dewletek zextxwar naxwazin.
Ziman,reng, ol çi dibe bila bibe, em dixwazin her kes ji heman mafî fêdê bigire.
MALBATÎ DI NAVA ŞER DE NE
Ciwan hêj 29 saliye. Fermandariya qerekolên Xerezî û Xişêfiyê ya di navbera Dirbêsiyê û Serêkaniyê dike. Bavê wî serokatiya meclisa Qamişlo dike. Birayê wî Mistefa jî sînor diparêzin.
Birayê wî yê din Ahmet Muhammed di sala 2004’an de di encama êrîşên Sûriyeyê de li Qamişlo jiyana xwe ji dest da. Birayê wî Ciwan diyar dike ku ew du mehe li van qerekolane û peywira parastinê dike. Cwian got armanca wan eve ku gel biparêzin û got ew bi malbatî di nava şer de ne.
BAV Û KEÇ LI ENIYÊ NE
Eme li Dirbêsiyê Xebat nas dikin. 43 saliye. Cotkare. 6 zarokên wî hene. Keça wî ya mezin Jiyan, li Serêkaniyê li eniya Til Xelef e. Bi rojane keça xwe neditiye. Dem bi dem bi telefonê pê re diaxive.
Yek ji kesên ku bi malbata xwe re di qada şer de cih digire Furhate. Furhat malbata wî hemû di nava şer de ne û taxa xwe diparêzin.