Li Rojava 9 partiyên kurd Cenevre nîqaş kir
Li Rojava 9 partiyên kurd Cenevre nîqaş kir
Li Rojava 9 partiyên kurd Cenevre nîqaş kir
9 partiyên siyasî yên kurd ên Rojva di mijara tevlibûna Konferansa Cenevreyê û geşedanên Rojava de li Hesekê hatin cem hev.
Bi hewldana Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê re, 9 partiyên kurd yên siyasî yên li Rojava li bajarê Hesekê hatin cem hev. Civîna ku duh pêk hat de daxwazên ku dê di konferansa Cenevreyê de bê kirin û her wiha şert û mercên tevlibûnê û geşedanên dawî yê li Rojava hatin nîqaşkirin.
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê, Partiya DemokratÎk a Kurd ya Sûriyeyê ya serokatiya wê Nesedîn Îbrahîm û Partiya Demokrat a Kurd ya Suriyeyê ya serokatiya wê Ebdilhekîm Beşar dike, partiya Azadiya Kurdên Sûriyeyê ya ku serokatiya wê Mistefa Oso dike, Partiya Wekhevdî ya Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Yekitiya Kurd a Sûriyeyê û Partiya Yekitiya Demokratîk a Sûriyeyê, Partiya Kurdên pêşdeçûyî ya Sûriyeyê tevlibû. Her wiha gelek kes tevli civînê bûn.
Nûnerên partiya di bin sîwaneya ENKS’ê de jî diyar kirin ku dê bi Koalîsyona Sûriyeyê re tevli Konferansa Cenevre-2’ê bibin.
Endamê Meclisa PYD’ê Şêxmus Ehmed diyar kir ku koalîsyona Sûriyê di mijara çareseriya pirsghirêka kurd de nêzîkatiya xwe danedaye holê û ji ber vêyekê got dê tevli konferansa Cenevreyê bibin.
Endamê Meclisa Partiya Demokratîk a Kurdên Sûriyeyê Ebdilceyêd Sebrî, ENKS beyî agahiya Desteya Bi,lind a Kurd-DBK bi nûnerên Sûriyeyê yê NY’ê Brahîmî re hevdîtin kiriye û got biryarên ENKS digire ji hêzên derve re xizmetê dike.
Nirxanên Endamê Buroya Polît a Partiya Yekitiya Kurdên Sûriyeyê Silêman Oso, yên der barê PYD û YPG’ê de jî rê ber bertekan vekir.
Civîn bi nirxandinan bi dawî bû.