Li rêveberiya Îranê krîza koronayê
Li Îranê ji ber koronayê mirov hê jî dimirin, her wiha ji ber alkola qelp ji 100'î zêdetir mirov mirin. Serokkomar û Zêrevanên Şoreşê hev sûcdar dikin.
Li Îranê ji ber koronayê mirov hê jî dimirin, her wiha ji ber alkola qelp ji 100'î zêdetir mirov mirin. Serokkomar û Zêrevanên Şoreşê hev sûcdar dikin.
Li gorî daxuyaniya rayedarên Wezareta Tendiristiyê ji ber vîrûsa koronayê heta niha li Îranê 513 kes mirine û vîrûs di 11364 kesan geriyaye.
Ji bilî vîrûsa koronayê her wiha alkola qelp jî dibe sedema mirovan. Piştî daxuyaniyên li ser dermanan keysbazan 'metîlalkol'a bi navê Metanolê kirin piyaseyê û heta niha 126 kes ji alkola qelp mirine.
Ji ber hêla vîrûsa koronayê ku heta niha ji 500'î zêdetir kes li Îranê pê mirine, Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî û rêveberiya Zêrevanên Şoreşê ketin qirika hev.
Lîderê dînî yê Îranê Elî Hamaney bi fetwayekê têkoşîna dijî vîrûsê da ser Zêrevanên Şoreşê û daxuyand ku divê navenda têkoşînê ya dijî koronayê divê bi rayeya Zêrevanên Şoreşê be. Piştî vê daxuyaniyê Zêrevanên Şoreşê komîteyek ava kirin û di komîteyê de cih nedane Hesen Rûhanî. Di organên çapemeniyê yên Zêrevanên Şoreşê de hate gotin Rûhanî bi rengekî ku hewce dike li dijî koronayê tênekoşiyay û ji ber vê hêla vîrûsê ya koronayê nehatiye kontrolkirin. Rûhanî jî piştî van daxuyaniyan di hin televizyonên dewletê de axivî û got, ''Divê mirov hinekî xwedî wijdan be.''