Li Reqayê 2 gundên din jî hatin rizgarkirin
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê gundên Ebû Ceddî û El-Hûseynî yên Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Pêngava Xezeba Firatê gundên Ebû Ceddî û El-Hûseynî yên Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Operasyona rizgarkirina Reqayê didome, çeteyên DAIŞ'ê ji bo pêşveçûna şervanan asteng bikin, êrîşên li dar dixin, ev êrîş jî tên şikandin.
Şervanên Odeya Çalakiya Xezeba Firatê, beşeke mezin a êrîşên çeteyan a li ser gundê Sûwediya Rojava ya dikeve Başûrê Reqayê hate şikandin, gundên Ebû Ceddî û El-Hûseynî yên ku dikevin li ser heman xetê jî hatin rizgarkirin.
Hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ'ê li herêmê pir mayîn bi cih kirine, şervanên Odeya Çalakiyan li herêm û gundên hatine rizgarkirin dest bi paqijkirina mayîn û teqemeniyan kiriye.