Li Rennesê tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin
Li Rennesê meş li dijî şer hate organîzekirin. Di meşê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Li Rennesê meş li dijî şer hate organîzekirin. Di meşê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin.
Li bajarê Rennes ê Fransayê, partî, sazî û gelên cuda, bi şiyara 'Na ji şer re, erê ji aştiyê re' meşek li dar xistin.
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Rennesê jî bi rengekî girseyî tevlî meşê bû.
Bi sedan kesên li Meydana Charles de Gaûlle li hev civiyan, ber bi Meydana Repûblîqûe meşiyan. Kurd bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, reng û alên xwe tevlî meşê bûn. Û bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan û komkujiyên li Kurdistanê tên kirin.
Di dawiya meşê de mîtîngek hate lidarxistin û bi navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî axaftin hate kirin.
SAZIYÊN TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛN
"Mouvement de la Paix, ATD Quart monde, Cgt, Parti communiste jeunes communistes, Arac, M.I.R. Declic Femmes Rennes, CDK R Amara, Ligue des droits de l'homme, Union démocratique bretonne, Jeunesse Ouvrière Chrétienne, pacifistes d’Argentine, Allemands, Bosnie."