Li Reîmsê çalakiya ji bo piştgiriya Efrînê
Li bajarê Reîmsê yê Fransayê ji bo hevgirtina berxwedana Efrînê û şermezarkirina qetlîamên dewleta Tirk çalakiyeke bi kon hate lidarxistin.
Li bajarê Reîmsê yê Fransayê ji bo hevgirtina berxwedana Efrînê û şermezarkirina qetlîamên dewleta Tirk çalakiyeke bi kon hate lidarxistin.
Kolektîfa Efrînê ya ku tê de Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Sosyalîst a Fransayê-Reîms, Partîzan, sendîkayên karkeran û Navenda Çanda Kurdan a Demokratîk a Reîmsê hene, li bajêr kon vedan û dagirkeriya Efrînê protesto kirin.
Çalakvanan berxwedana Efrînê silav kirin û ji bo bihistyariya li dijî dagirkerî û qetlîamên dewleta Tirk belavok belav kirin û îmze kom kirin.
Îmzeyên ku hatin komkirin wê ji Meclîsa Fransayê re were şandin. Gelek kesan eleqeyeke germ nîşanî kon dan. Di heman demê de li dijî çalakvanan provokasyonên faşîst û nijadperest hate kirin.