Li refên komên El Qaîdeyî yên li Sûriyê 1700 welatiyên Ewropayê hene
Li refên komên El Qaîdeyî yên li Sûriyê 1700 welatiyên Ewropayê hene
Li refên komên El Qaîdeyî yên li Sûriyê 1700 welatiyên Ewropayê hene
Çapemeniya Ewropayê, li gorî rapora îstîxbaratê ya pisporê terorê yê Norwêcî Thomas Hegghammer ragihand ku nêzî 1700 Ewropî li Sûriyê şer dikin. Di nûçeyan de hat diyarkirin ku welatiyên Ewropayê li refên komên mûxalîf şer dikin.
Hegghammer di rapora xwe ya mijara gotinê de destnîşan dike ku di rêzên destpêkê yên welatiyên wan ji Ewropayê diçin Sûriyê şer dikin Fransa, Elmanya, Îngilîstan û Belçîka hene.
Çapemeniya Belçîkayê li gorî agahiyên ji pisporê Norwêcî wergirt ragihand ku nêzî 300 ciwanên Belçîkî bi alîkariya tevgera Îslamî ya radîkal a bi navê "Ji bo Belçîkayê şerîat" ku ji aliyê hikûmeta Belçîkayê ve derveyî qanûnî tê dîtin, li refên mûxalefeta Sûriyê şer dikin.
Ji bo ciwanên Belçîkî li refên mûxalefeta Sûriyê şer nekin, Brukselê beriya niha dabû xuyakirin ku pakêta pêşîgirtinê amade dike.
Îstîxabarata ELman jî di raporeke nepenî ya meha Îlonê amade kir de ragihandibû ku ji Elmanyayê nêzî 200 ciwan ji bo li refên El Qaîdeyê şer bikin çûne Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê. Derketibû holê ku ji bo cîhadperestên ku nîvê wan Elman e li bakurê Sûriyê kampek bi Elmanî hatiye vekirin û herî kêm 8 ji van welatiyên Elman di pevçûnan de hatine kuştin.
Rojnameya The Times a Îngilîz jî di nûçeyeke xwe ya roja 21'ê Mijdarê de nivîsandibû ku 300 welatiyên Îngilîz li Sûriyê şer dikin. Mijar, piştî ku welatiyekî Îngilîz li Şamê dema şer dikir hat kuştin, ketibû rojevê.
Rojnameyê li gorî daneyên servîsa îstîxbaratê ya Îngilîz MI5 diyar kir ku li Sûriyê nêzî 300 Îngilîz li refên El Qaîdeyê şer dikin.
Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Manûel Valls jî di daxuyaniya xwe ya destpêka meha Hezîranê de diyar kiribû ku 120 jê Fransaî zêydeyî 600 Ewropî li Sûriyê şer dikin. Li gorî çapemeniya Ewropayê, heta niha 10 hezar biyanî ji bo şer çûne Sûriyê.