Li Ranya ji bo "Azadiya Ocalan" 10 hezar îmze

Li Ranya ji bo "Azadiya Ocalan" 10 hezar îmze

Li Ranya û deverên derdora wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî kampanya ku ji aliyê Hemewelatiyên Azad ve hatibû destpêkirin berfireh dibe.

Bi armanca piştgiriye bidin kampanyaya îmzayan ya ku li Ewrûpa, Rojhilata Navîn û Qafqasan ya ji bo komkirina 5 milyon îmzayan, li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê ji aliyên partiyên siyasî û rêkxistinên civakî ve ji bo komkirina yek milyon îmza kampanya hatine destpêkirin.

Kampanyaya ku ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad û Yeksan ve li Ranya, bajarok û gundên girêdayî wê hatibû destpêkirin berfireh dibe.

Kampanyaya ku li Ranya bajarokên wê Çarqurne û Hecîawa û derdora wê hatiye destpêkirin di nava 2 rojan de 10 hezar îmza hatin komkirin.

Eleqeya gel ji bo kampanyayê gelek başe û germ nêzî kampanyayê dibin.

Bi vê bûneyê komîteya amedekar ya kampanyayê spasiya xwe jibo gelê deverê pêşkeş kir kû di pêvajoya kampanyayê de wana bi tenê nahêlin û alîkariya kû ji destê wana tê didin nîşakirin.