Li Randersê komplo û êrîşên li ser Efrînê hatin protestokirin

15’ê Sibatê komploya navnetewî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ya li ser Efrînê, li bajarê Randers a Danîmarkayê bi çalekiyekê hate protestokirin.

Komploya navnetewî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê, di bin rêveberiya PYD’a Danîmarkayê de bi armanca protesto kirinê li bajarê Randers a Danîmarkayê çalekiyek hate lidarxistin.

Di çelekiyê de li ser navê PYD’a Danîmarkayê Selah Bavê Mîran, Heval Heyat, ji komeleya Elewî ya Rendersê Feremuz Acar û nûnerê Komeleya Kurd a Rendersê axivîn, komplo û êrîşên dagirker şermezar kirin.

Di çalekiyê de dirûşmên, “Her cih Efrîn e, her cih berxwedan e” û “Bijî Serok Apo” hatin qirkirin.