Li Qoserê gelê ku bi polîsan re şer kirin agirê Newrozê pêxistin

Li Qoserê ji bo pîrozbahiya Newroza sibehê çend saetek mayî, gel ji niha ve daketin kolanan û agirê berxwedanê pêxistin.

Li Qoserê ji bo pîrozbahiya Newroza sibehê çend saetek mayî, gel ji niha ve daketin kolanan û agirê berxwedanê pêxistin.Bi êrîşkirina polîsan re şerê ku derket demek dirêj berdewam kir. Polîsan li hember berxwedana gel bi neçarî vekişiyan, gel carek din vegeriyan kolanan û agirê Newrozê pêxist.

Rexmê ku Walîtiya Mêrdînê hemû cure aktivîte û pîrozbahiyên mehekê qedexe kiribe jî, gel li taxan kom bûn û agirê Newrozê pêxistin. Li Qoser a ku sibehê Newroz were pîrozkirin gel ji îşev ve agirê Newrozê pêxistin. Gelê ku li taxên Berçem, Koçhîsar û Îpekê hatin cem hev, bi şewitandina tekeran agirê Newrozê ji îşev ve pêxistin, guleyên hewayî jî teqandin.

Di pîrozbahiyê de stranên berxwedanê lêxistin, gel berxwedana Nisêbînê bi dirûşman silav kir.

Polîsan bi wesayîtên zirxî hatin cihê pîrozbahiyê û êrîşî girseyê kirin.

Pevçûnên di navbera gel û polîsan de derket, li nava kolanan belav bû. Pevçûnên ku demek dirêj berdewam kirin, li ser belavbûna polîsan bi dawî bû. Piştî pevçûnan, gel dîsa li kolanan kom bû û agirê Newrozê pêxist.