Li Qilabanê 3 kes hatin girtin
Li Qilabanê 3 kes hatin girtin
Li Qilabanê 3 kes hatin girtin
Li navçeya Şirnex Qilabanê, duh di kontrola leşkeran a li ser rêya gundê Bejuhê de endamê berê yê Meclîsa Giştî ya Bajêr Selahattîn Urun û du kesên pê re Abdûllah Gungen û Fevzî Gungen bi hinceta giliyê wan hatiye kirin, hatin binçavkirin.
Her sê kesên li Fermandariya Jendermeyan a Qilabanê hatin ragirtin, piştre sewqî Edliyeya Şirnexê hatin kirin. Her sê kes bi îdîaya "alîkarîdayîna rêxistinê" hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê hatin bicihkirin.