Li Qahîrê li ber qesrê tank bicih kirin

Li Qahîrê li ber qesrê tank bicih kirin

Li Misrê Muhafizên Komarê, piştî li Paytext Qahîreyê di navbera alîgirên serokomar û muxalîfan de duh pevçûn derket, tank anîn derdora Qesra Serokomar.

Fermandarê Muhafizên Komarê got, leşker ne ji bo gel bitepisînin ew ji bo alîgirên Serokomar Muhammed Mursî û dijberên wî ji hev cuda bikin hatin erkdar kirin.

Duh li Qahîrê di navbera Birayên Misilman yên alîgirên Mursî û muxalifan de pevçûnên dijwar rû dabûn û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 350 kes jî birîndar bibûn.

Li gorî şahidên bûyerê, li pêşiya Qesra Serokomar û rêyên diçin Qesrê herî kêm 5 tank û 9 panzerên tejî leşker bicih kirin.

Têkildarî mijarê artêşa Misrê daxuyanî da û aşkera kir ku, wana tank ji bo parastina qesrê bicih kirine.