Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, roja 4'ê Mijdara 2016'an hatibû girtin û rûniştina destpêkê ya darizandina wî, piştî 399 rojan wê 7'ê Kanûna 2017'an li Enqereyê bê kirin.
Ji ber vê yekê, gelek ramangêrên li qada navneteweyî navdar in; Noam Chomsky, Slavoj Zîzek, Nancy Fraser, Elfrîede Jelînek û siyasetmedar Pablo Îglesîas, Garry Adams, Katja Kîppîng, Yannîs Vaorûfakîs, ji bo destekê bidin hêzên civakî û siyasî yên di bin zexta rejîma Erdogan de ne, mohra xwe danîn binê metneke piştevaniyê.
Di metna navborî de wiha tê gotin, "Zexta bi rêk û pêk a li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di navê de girtina 13 parlamenterên HDP'yî (ku çar jê piştre hatin berdan) ne tiştekî ku em karibin qebûl bikin. Her wiha êrîşeke li dijî pirrengiya demokratîk a Tirkiyeyê ye."
Di metnê de hat destnîşankirin ku demokrasî bêyî mûxalefetê nabe û hat gotin, "Em bi wan kesan re ne ku ji bo demokrasî û edaletê têdikoşin. Em dixwazin Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenterên din tavilê ji girtîgehên Tirkiyeyê bên berdan."
Ramangêr, nivîskar û siyasetmedarên mohra xwe danîne binê metna piştevaniyê:
Noam Chomsky, Antonio Negri, Michael Hardt, Chantal Mouffe, Slavoj Žižek, Colin Crouch, Elfriede Jelinek, Axel Honneth, Hito Steyerl, Joseph Vogl, Nancy Fraser, Rebecca Harms, Wolfgang Tillmans, Yanis Varoufakis, Gabriele Zimmer, Takis Hadjigeorgiou, Jean-Paul Denanot, Costas Mavrides, Marek Plura, Tiny Kox, Marietta Tidei, Sergei Stanishev, Monica Frassoni, Konstatin Woinoff, Pablo Iglesias Turrión, Pierre Laurent , Garry Adams, Jonas Sjöstedt, Pernille Skipper, Katja Kipping, Bernd Riexinger, Eric Coquerel, Danielle Simonnet, Jean-Luc Mélenchon, Evelyne Huytebroeck, Lena Rådström Baastad.