Li Qabîlê êrîşa xwekujî
Li Qabîlê êrîşa xwekujî
Li Qabîlê êrîşa xwekujî
Li paytextê Efxanîstan Qabîlê, li nêzî tesîsa ku dê nîqaşek netewî têkildarî piştî sala 2014’an mayîna leşkerên Amerîkayê êrîşek xwekujî pêkhat û herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê Wezareta Navxweyî Sedîq Sedîqî daxuyaniyek da AFP’ê da diyarkirin ku, ji kesên mirine 4 jê sivîlin yek polîs û yek jî leşkere, piranî sivîl 22 kes jî birîndar bûn.
Li gorî Wezareta Parastinê, bi wesayîtekî tejî teqemenî li dijî wesayîtên zirxî ên aydê artêşa Efxan ku ewlekariya tesîsê digirtin çalakiyekî xwekujî pêkhat. Ev civîna mezin ya meclisê ya binavê Loya Jîrga ku weke kevneşopî pêktê, dê di navbera roja Pêncşem û Yekşemê de bi tevlîbûna 2 hezar 500 nÛnerên civaka Efxan pêktê. Di civînê de dê li ser hevpeymana herdu alî ya li ser ewlekariyê ku bi mehan bû di navbera Washington û Qabîlê de dihate muzakere kirin, biryar bê dayîn.
Di vê hevpeymanê de mîsyona NATO ku pêwîste heya 2014’an li welat bidawî bibe, dê şertên hebûna Amerîka ya li welat bên diyarkirin. Çav lê ye bitaybet li ser baregehên Ameîka, hêjmara leşkeran û statuya leşkeran biryar bêne girtin.
Heya niha tu kesê êrîşa Qabîlê negirtiye ser xwe, lê belê êrîşên xwekujî ên bi vî awayî hertim ji aliyê Talîbana ve têne kirin. Talîbanan di daxuyaniya ku nava heftiyê de dabûn Loya Jîrga hişyar kiribû û gotibû, eger hevpeyman bêpesend kirin gefa dê beşdarvanan ceza bikin kiribû.