Li platforma petrolê ya li Kendava Meksîkayê teqîn: 1 mirî, 3 birîndar
Li platforma petrolê ya li Kendava Meksîkayê teqîn: 1 mirî, 3 birîndar
Li platforma petrolê ya li Kendava Meksîkayê teqîn: 1 mirî, 3 birîndar
Li platformeke petrolê ya DYA ya li Kendava Meksîkayê kar dike teqînekê rû da û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn.
Li platforma kargeha bi navê fieldwood Engery a 20 kîlometre dûrî bajarê New Orleansê, teqînekê rû da û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn. Buroya Îcra Hawirdorê û Ewlekariyê ya DYA BSSE li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku di dema teqînê de karê sondajê nedihat kirin, lewma xisareke qismî rû daye.
Weke ku tê zanîn, di sala 2010'an de di encma teqîna li platfroma bi navê Deepwater a li Kendava Meksîkayê de, mezintirîn karesata hawirdorê ya di dîroka DYA de rû dabû. Di bûyera ku 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn de, 5 mîlyon varîl petrola xav ketibû ava deryayê.