BI DÎMEN

Li pişt sewqiyata li herêmên dagirkirî çi diqewime

Dewleta Tirk; ji valahiya hevkêşiya Iraq, Îran û Sûriyeyê sûdê digire û amadekariya hewldaneke nû ya dagirkeriyê dike. Hemû hêzên muhafiz ên sînor ku li herêmên gerîla tên bicihkirin, hêzên girêdayî Mesrûr Barzanî ne.

Dewleta Tirk a ku li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê her tim di pozîsyonek êrîşê de ye, sûdê ji valahiya hevkêşiya Iraq, Îran û Sûriyeyê ya siyasî û leşkerî digire û amadekariya êrîşeke nû ya dagirkeriyê dike. Dewlet û artêşa Tirk a ku bi taybetî di nava van 10 salan de li dijî herêmên gerîla şerekî bênavber dimeşîne, li tevahiya Kurdistanê siyaseta dagirkerî, talan û desteserkirinê pêk tîne. Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a ku dest bi amadekariyên nû kiriye, bi bikaranîna hevsengiyên heyî yên li herêmê re hewl dide PDK’ê û dewleta Iraqê jî bike amûrên siyaseta xwe.

LI IRAQÊ PLANÊN NÛ

Dewleta Tirk a ku bi heftane, bi mehane û bi salane temenek ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê diyar dike, ji ber di her hewla pêkanîna planên xwe de têk diçe, vê carê bi taybetî dixwaze bi desteka PDK’ê hêviyên xwe pêk bîne. Dewleta Tirk a ku hewl dide bêhevsengiyên siyasî yên li Iraqê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, ketiye lêgerîna avakirina şert û mercên êrîşê. Li ser vê esasê bi kûrkirina nakokiyên di navbera Emerîka û Îranê yên li Iraqê, bêîstîqrariya siyasî û rêveberî ya ku bi salan e li Iraqê didome û nakokiyên navbera hêzên cuda yên desthilatdariyê yên li Iraqê dixwaze sûdê werbigire.

TRAFÎKA DÎPLOMASIYA DIJWAR

Dewleta Tirk a ku ligel êrîşên leşkerî giranî daye hewldanên xwe yên siyasî û diplomasiyê, di vê çarçoveyê de di nava 9 hefteyan de li Iraqê bi gelek derdorên cuda û PDK’ê re hevdîtin pêk anî. Rojeva herî sereke ya hemû hevdîtinan jî, siyaseta li dijî têkoşîna azadiya Kurdistanê bû. Ev hevdîtin bi tevlîbûna wezaretên karên derve, wezaretên parastinê û serokên îstîxbaratê pêk hatin. Yek ji van hevdîtinan jî ya Musteşarê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî ya Tirk (MÎT) Îbrahîm Kalin û heyeta pê re ku di 23'yê Çileyê de li Bexdayê û 28'ê Çileyê jî li Hewlêrê pêk hat. Piştre, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak di 6-7'ê Sibatê de pêşî çûn Bexdayê û piştre jî serdana Hewlêrê kirin. Di van hevdîtinan tevî Serokkomarê Iraqê Abdullatîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiye Sûdanî, derdorên Şîe, Sunnî û Tirkmen jî amade bûn, her wiha di çerçoveya serdanên li Hewlêrê de jî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî amade bûn.

Herî dawî jî serokê Heşdî Şabî Fatîh El-Feyyad tevî heyeta xwe li Enqerê bi Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re hevdîtin pêk anîbû.

PDK DI BIN NAVÊ ARTÊŞA IRAQÊ DE BI CIH DIBE

Di rojên dawî de sevkiyata leşkerî ya ji bo herêmên gerîla di bin navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê de piştî van geşedanan pêk hat. Her çendî di nûçeyên hin çapemeniyan de tê gotin ku ev tevgera leşkerî li ser navê dewleta Iraqê hatiye kirin jî, daneyên li herêmê cihek din nîşanî me dide. Agahî nîşan dide ku guhertinên li herêmê ji aliyê PDK'ê ve hatine kirin, hemû hêzên li ser navê yekîneyên parastina sînor hewl didin li herêmên gerîla bi taybetî li Duhok û Şêladizê bi cih bibin, hêzên Gulan û Parastin û Zerevaniyê yên girêdayî Mesrûr Barzanî ne. Ev rewşa ku hewl tê dayîn bi feraseteke cuda pêşkêşî raya giştî were kirin, ji bo ku nerazîbûna gelê herêmê çênebe, hewl tê dayîn bi al û sembolên leşkerî yên Iraqê bê kirin.

PDK: DE BIÇE ESKERÊ TIRK Û BI SER BIKEVE!

Di dîmenên ku hatine bidestxistin de tê dîtin ku dema ji Gundê Sîtayê yê girêdayî herêma Şêladizê û ji herêma Rêkanê re sewqiyata leşkerî tê kirin, yek ji endamên PDK'ê diçe gundê Sîtayê û bi telefona xwe dîmenên sewqiyatê digire. Di dîmenan de tê dîtin ku hêzên girêdayî PDK’ê li ser navê Yekîneyên Parastina Sînor a Iraqê derbasî herêma ku ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye dagirkirin, dibin. Dîsa di dîmenan de tê dîtin ku hêzên girêdayî PDK’ê bi ku pêşengtiya leşkerên Tirk li herêmê hatine bicihkirin, emdamekî PDK’ê dibêje; “De biçe eskerê Tirk bi ser bikeve.” Di çarçoveya sewqiyata leşkerî de ku bi rojan e dewam dike, her çend  gundê Serzerî yê Duhokê were rojevê jî tê zanîn ku yek ji herêmên ku jê re zêde sewqiyat tê kirin, herêma Şêladizê  ye.

PDK BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIXE DI NAVA TALÛKEYÊ DE

Beriya niha jî gelek caran hate rojevê ku PDK bi dewleta Tirk re tevdigere û ji bo vê rewşê gelê me bertekên xwe nîşan dabûn. Gelek derdoran bang dikin ku PDK dev ji van kiryarên xwe berde. Lê belê PDK tevî van bangan jî bi dewleta Tirk re tevdigere û bi van kiryarên xwe destkeftiyên gelê Kurd ên li Başûrê Kurdistanê jî dixe di nava talûkeyê de. Her wiha geşedanên van heyaman yên siyasî û aborî rewşa heyî ya vê yekê derdixînin holê. Tevî ku ji şerê 2003’yan û heya niha li welat bi tu awayî aramî nehatiye dabînkirin û ev rewş ji bo pergala ku ev 20 sal in li Başûrê Kurdistanê hewl dide kiryarên xwe pêk bîne jî heman tişt e. Her wiha PDK bi kiryar û polîtîkayên xwe yên bi dewleta Tirk re pêşeroja Başûrê Kurdistanê û gelê Başûrê Kurdistanê dixe di nava talûkeyeke mezin de. Rewşa ku derdikeve holê jî  di nav gel de dibe sedema aciziyeke mezin.