Li Pirsûsê polîsên Tirk gule li servîsa karkeran reşand: 6 kes birindar bûn

Li taxa Alîgor a navçeya Pirsûs a Rihayê di saetên sibê de li nuqteya kontrolê ya polîsan mînîbusa karkerên çandiniyê ji aliyê polîsan ve hate gulebarandin. 6 kerkerên birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.

Polîsan di saetên serê sibê de li bajaroka Elîgor a Navçeya Pirsûsê ya Rihayê dema mînîbusa karkerên çandiniyê di kontrola wan re derbas bû, gulebaran kirin. Di gulebaranê de 6 karkerên çandiniyê birîndar bûn. Sedema êrîşa polîsan a li dijî karkeran nehat zanîn. Karkerên di êrîşa polîsan de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên Riha û Pirsûsê.

Navên kesên birindar bûn wiha ne: Hava Algac, Emine Çalişan, Gulcan Ertaş, Aysel Geçîcî, Zehra Kurt, Kubra Kurt.