Li Pirsûsê 4 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Pirsûs a Rihayê hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girtin û herî kêm 4 kes binçav kirin.
Li navçeya Pirsûs a Rihayê hêzên dewleta Tirk bi ser malan de girtin û herî kêm 4 kes binçav kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de endamên Meclisa Şaredariyê Muslum Karak, Mûstafa Ozberk û Bêrîtan Aslantekîn û welatiyê bi navê Abdulrezak Karak bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku di dema binçavkirinê de Bêrîtan Aslantekîn rastî miameleya xerab hatiye û gef lê hatiye xwarin. Hat zanîn ku kesê di çarçoveya CMK’ê de divê di dema lêgerînê de amade bûya nehatiye amadekirin û di dema lêgerînê de pirtûkên bibandroll û lênûska nîşeyan a amblema Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li ser bû hatin desteserkirin.
Her 4 binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Pirsûsê. Dibe ku hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.