Li Pilûr 7 kes hatin binçavkirin

Li Pilûr 7 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Pilûr a Dêrsîmê bi ser malan de hat girtin û 6 jê xebatkarên BDP’ê 7 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Pilûr a Dêrsîmê saet di 04.00’an de bi ser malan de hat girtin. Di serdegirtina malan de di nav de xebatkarên BDP’ê Mehmet Yildiz, Zeynel Ekîcî, Alî Oz, Kader Bîter, Ebru Oz, Îbrahîm Aslan û Muzaffer Yerlîkaya hatin binçavkirin.  Hinceta binçavkiririna wan nehat hînbûn û birin midûriyeta polîsan.

Hat hînbûn ku Muzaffer Yerlîkaya namzetê endamê meclisa şaredariyê ya CHP’ê ye.