Li pêşiya sefaretxaneya Rûsya ya li Luxemburgê çalakî hat lidarxistin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê, bi çalekiyekê ya li pêşiya sefaretxaneya Rûsya ya li Luxemburgê, hate protesto kirin.

Navnîşana çalakiya îro a Kurdistaniyên li eyaleta Saarland a Almanya dijîn, li pêşiya sefaretxaneya Rusya ya Luxemburgê bû.

Çalakiya ku bi sedan kes tevlî bûyî, di bin rêveberiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Saarbrucken de hat lidarxistin.

Heyetek li ser navê çalakvanan bi rêveberek ê Sefaretxaneya Rusya re hevdîtin pêkanî û dosyayek pêşkêş kir.

Bi heyetê re têkildarî rolê Rusya ya di êrîşên li ser Efrînê de jî hat nîqaşkirin.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.