Li pêşiya Girtîgeha Gebzeyê çalakiya rûniştinê
Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di çalakiya greve birçîbûnê de ne, li pêşiya girtîgehê çalakiya nobedê dan destpê kirin.
Malbatên girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê di çalakiya greve birçîbûnê de ne, li pêşiya girtîgehê çalakiya nobedê dan destpê kirin.
Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ne, piştgirî dan girtiyan û li pêşiya Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê çalakiya nobedê dan destpê kirin. Malbatên ku li girtîgehê bi xizmên xwe yên di grevê de ne hevdîtin pêk anîn li pêşiya girtîgehê li hev civiyan û çalakiya nobedê dan destpê kirin.
Malbatan diyar kirin ku heta grevên birçîbûnê encam negirin wê çalakiya xwe bidomînin û gotin; “Em ê temaşeyî mirina zarokên xwe nekîn. Divê rayedar êdî bêdeng nemînin.”