Li pêşangeha 'World Press Photo Award'ê wêneyê Ocalan
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, di çarçoveya 'World Press Photo Award' (Pêşbirka Wêneyan a Çapemeniya Cîhanê) de, pêşangeya ji wêneyên herî baş ên sala 2015'an hat vekirin.

Wêne li weşanxaneya 'Gruner und Jahr' hatin nîşandan. Di nava van berheman de wêneyên Mauricio Lima yê Brezilyayî, ku li Rojavayê Kurdistanê kişandiye, cih girtin. Wêneyê ku di kategoriya "Nûçeya Giştî" de bû yekemîn, wêneyê doktorekî li nexweşxaneyeke Hesekê endamekî DAIŞ'ê yê 16 salî mûayene dike, ye. Li dîwarê pişt jî wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye.
Pêşangeha li weşanxaneya 'Gruner und Jahr' a li Baumwallê, wê heta 29'ê Gulanê her roj saet di navbera 10-18:00 de bi awayekî bê pere ji serdanê re vekirî be.