Li Perava Atlantîkê 753 yunus mirî hatin dîtin
Li Perava Atlantîkê 753 yunus mirî hatin dîtin
Li Perava Atlantîkê 753 yunus mirî hatin dîtin
Li perava Atlantîkê ji meha tîrmehê heta niha 753 yunus mirî hatin dîtin. Ev rewş di 25 salên dawî de rewşa herî dramatîk e. Zanistan da zanîn ku ev dibe ku ji ber vîrusekê pêk hatiye.
Li rojhilatê bakurê DYA’yê li qada ji rojhilatê başûrê eyalata New Yorkê heta eyalate Forîda, yunusên mirî yên li peravê ketibûn hat dîtin. Ji meha tîrmehê heta niha 753 yunus mirî hatin dîtin. Ev hejmar li gorî salên din 10 qatî wê îfade dike.
Rayedar ji ber vê bifikarin û diyar dikin ku dê bîlanço hêj girantir be. Serwîsa meteorolojiya Amerîkayê got rekora berê di navbera 1987-1988’an de pêk hatiye û 740 miribûne.