Parlementoya Ewropa (PE) ya li paytexta Belçîka Brukselê dê ji 9’emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd re malovaniyê bike. Konferans dê sibê dest pê bike û temaya sereke ya konferansê: “Li Tirkiyeyê Pirsgirêka Kurd: Diyalog, Nûbûn û ji Nû ve Destpêkirina Muzakereyên Yekser” ye.
Konferans dê bi hevkariya Sermetranê Efrîkaya Başûr û Xwediyê Xelata Aşitiyê ya Nobelê Desmond Tutu, Dr. Şirin Ebadi, Bianca Jagger, Profesor Noam Chomsky, Nivîskar Yaşar Kemal, nivîskar Vedat Turkali û parlementer Leyla Zana pêk bê.
Axaftina vekirin û malavahiyê dê ji aliyê Seroka Komîsyona Sivîl a Yekiriya Ewropa Tirkiyeyê (EUTCC) Kariane Westrheim û Endamê Koma Çepgir a PEyê Gabi Zimmer, Parlementera Serbixwe ya Amedê Leyla Zana, Hevseroka Parlementoya Têkel a PE-Tirkiyeyê Helene Flautre axaftina vekirinê bikin. Desmond Tutu jî dê bi peyama bi vîdeoyê beşdarî konferansê bibe.
Panela yekemîn a bi sernavê “Pevçûna Kurd-Tirk: Ber bi ku ve Diçe”bi moderatoriya endamê Koma Keskan a PEyê û Parlementerê Îngilîz Jean Lambert û Koordînatorê Koma Dostaniya PE û Kurdan û Endamê Koma Çepgir Jurgen Klute pêk bê.
Rûniştina yekem dê bi sernavê “YE û Tevlîbûna Tirkiyeyê: Serdestiya Huqûqê û razên reforma darazê” pêk bê. Axaftvanên rûniştinê wiha ne: Sekretera Berê ya Konseya Ewropayê Schwimmer û endama Koma Keskan-ALE ya PEyê ya ji Galiyayê Ana Miranda.
Mijara duwemîn jî “Azadiya Çapemeniyê, Sansura Medyayê û Pirsgirêka Kurd”. Derberê vê mijarê de jî rojnamevan Ahmet Şik dê biaxive. Mijara “Makeqanûna Nû: Rewatiya demokratîk çi ye? Tiştên kêm çi ne?” jî ji aliyê hîndekara Zanîngeha Kocaelî Prof. Sevtap Yokus ve bê nirxandin..
Ji Alîkarên Hevserokên BDPê Meral Daniş Beştaş dê mijara “Bandora Tirk, DYA û YEyê di Pirsgirêka Kurd de” binirxîne. Mijarên din ên beşa yekem a panelê wiha ne: “Demokrasiya Hatiye Taloqkirin-Zoriyên Berdewam dikin, Darizandinên Siyasî, Nasname û Mafê Mirovan” û “Komkujiya Roboskî– Pirsên bê Bersiv Mane û Berpirs”, “Li Tirkiyeyê Girîngiya Pirsgirêka Jinê”. Di vê beşê de dê Nunerê Herêmê (Bakûrê Kurdistanê) yê ÎHDê Racî Bîlîcî, Ferhat Encu yê ku gelek xizmên xwe di komkujiya Roboskî de wenda kir û Akademîsyen Ozgür Sevgi Göral biaxivin.
Di rûniştinên roja duwemîn de jî dê mijara “Rojhilata Navîn a di asteke krîtîk de: Sererastkirina herêmî ya kê” bê gotûbêjkirin. Ji endamên EUTCC Hans Branscheidt û endamê Koma Çepgir a Peyê Soren Bo Sondergaard dê moderatoriya vê beşê bikin.
Di rûniştinên roja duyemîn de ev mijar dê bên nirxandin: Serkeftina otonomiya Kurd a demokratîk li Sûriyeyê û bandorên herêmê, Li Rojhilata Navîn ji Nû ve Hizirîna siyaset û demokrasiyê, Ji bo Rojhilata Navîn Kî dê Sîstemek Çawa Diyar bike, Raperînên li Herêmê û bandorên wan li ser Kurdan, Rola Tirkiyeyê di Bihara Ereban de, Senaryoyên Polîtîkayên herêmî û navneteweyî de, Projeya Xweseriya Demokratîk a Kurdan Dikare Rolek Çawa Bileyize?
Axaftvanên panelê wiha ne: Hevserokê PYDê Salih Muslim, Hevseroka KCDê Aysel Tûglûk, Akademisyenê Holandayî Joost Langerden, Rojnamevan Serdar Akinan, ji Navenda Moche Dayan Ofra Bengo, rojnamevan Cengîz Çandar.
Roja duyemîn a panelê jî dê bi sernavê “Muzakerekirina Aşitiyê: Pêwîstiyên ji bo Çareseriyeke Siyasî û Nexşerêya Aşitiya li Tirkiyeyê”pêk bê.
Axaftvanên beşdarî vê rûniştinê bibin: Hevserokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş, Parlementerê AKPê yê Amedê Galîp Ersanlîoglû, axaftvanek ji CHPê, Endamê Konseya Rêveber a KCKê Zubeyir Aydar, aktîvîstê civaka sivîl Osman Kavala, ji Koma Krîza Navneteweyî Sabine Freizer, Akademîsyen-Nivîskar Nûray Mert.
Di dawiya konferansê de dê encaname bê amadekirin û pêşkêşê dengdana beşdarên konferansê bê kirin.