Li Parlementoya Ewropayê Konferansa Îmralî

Li Parlementoya Ewropayê Konferansa Îmralî

Di pêvajoyekî ku li Girava Îmralî hevdîtinên aştiyê di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xitimiyî de, êrîşên li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê zêdebûyî Parlementoya Ewropayê careke din ji bo pirsgirêka Kurd birêyên demokratîk çareser bibe malovaniyê bike.

Li Parlementoya Ewropayê (PE) bi ser navê ‘Tirkiye, Kurd û Pêvajoya Aştiyê ya Îmralî: Firsendekî dîrokiye’ 10’mîn Konferansa Kurd dê di navbera 4-5’ê Kanûnê de pêkbê.

Konferansa ku dê Destmund Tutu ê xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê, Şirîn Ebadî, nivîskar Vedat Turkalî, Bianca Jagger, parlementer Leyla Zana, zanyarê DYA’yî Noam Chomsky beşdar bibin, ji aliyê Komîsyona Hemwelatiyên Tirkiyeyê (EUTCC) Yeketiya Ewropa û Koma Çep ya Ewropayê ya PE’yê (GUE/ENG) tê li darxistin.

Konferansa ku dê li Brukselê du rojan dom bike, dê balê bikişînin ser asta hevdîtinên li Îmralî di çarçoveya çareseriya pirsgirêka Kurd de gihanê nîqaş bikin, her wiha dê ji bo aştiyekî mayînde dê dema muzakereyan were axaftin.

JI HİKUMETA TIRK NUNER HATIN VEXWENDIN

10’mîn konferansa îsal tê kirin dê bixwendina peyamên dîmen û nivîskî ên xwediyê Xelata Nobelê Sermetranê Efrîqa Başûr Desmond Tutu, nivîskar Yaşar Kemal, zanyarê Amerîkayî Noam Chomsky destpê bike.

Konferansa ku dê li ser mijarên weke, asta hevdîtinên di navbera dewleta Tirk û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ev nêzî salekê ye didomin, erkên Yeketiya Ewropayê di çareseriya pirsgirêka Kurd de, li gel helwesta AKP’ê ya li hemberî pêvajoya çareseriya siyasî û demokratîk, her wiha pirsgirêkên mafê mirovan ên li Tirkiyeyê bêne nîqaşkirin. Nûnerên rêxistinên siyasî ên cûda ên Tirk û Kurd, endamên PE, siyasetmedarên Ewropayê, akademîsyen û nivîskar beşdar dibin.

Di vê konferansa îsal de ji hikumeta Tirk û aliyê Kurd nûner hatin vexwendin. Hate hînbûn ku dê ji Rojhilata Navîn, Amerîka û Ewropayê pir derdorên siyasî beşdar bibin.

DAVÎD L. PHÎLÎPS BEŞDARÎ KONFERANSÊ DIBE

Ji konseya têkiliyên derve ê Amarîkayî Akademîsyen Davîd L. Phîllîps ê ku demek beriya vê “dema ku di navbera dewleta Tirk û PKK’ê de berdewam dikirin, gotibû neraste ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di ‘lîsteya rêxistinên terorê’ de be” jî weke axaftvan beşdarî konferansê dibe.

KÎ/KÊ BEŞDAR DIBIN?

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar, Hevserokê BDP’ê Gultan Kişanak, endamê Heyeta Mirovên Aqilmend û zanyarê siyasetê Huseyîn Yayman, Parêzerê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin Antoine Comte, nûnera Tirkiyeyê ya Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (HRW) ya navenda wê li New Yorkê Emma Sinclair, ji Enstutuya Almanya ên Karê Ewlekariya Navnetewî Dr. Hugh Pope, ji Îsraîlê endamê hîndekariyê Jonathan Spyer, akademîsyen Dogû Ergîl, akademîsyenê Hollandî ku di derbarê PKK’ê de lêkolîna dike Joost Jongerden, rojnameger Amberîn Zaman û Hesen Cemal beşdarî konferansê dibin.

Di vê navberê de yek ji kesayetên pêşeng ên Yeketiya Niştîmanî Kurdistan (YNK) ku meclisa demi ya Rojavayê Kurdistanê silav kiribû Mela Bextiyar jî dê di konferansê de bi axive.

Serokê Koma Dostaniya Kurdan ya Parlementoya Ewropayê Jurgen Klute jî dê di konferansê de moderatoriyê bike.