Li Parlamentoya Thüringenê resepsiyona Newrozê
Li Parlamentoya Eyaletê ya Erfurtê ya Elmanayê Newroz hate pîrozkirin. Serokê Eyaletê got, ‘’Li pişt şeva tarî ya Kurdan wê roj bihile’’.
Li Parlamentoya Eyaletê ya Erfurtê ya Elmanayê Newroz hate pîrozkirin. Serokê Eyaletê got, ‘’Li pişt şeva tarî ya Kurdan wê roj bihile’’.
Kurdistaniyên li paytexta eyaleta Thüringenê ya Erfurtê dijîn, bi resepsiyoneke Parlamentoya Eyaletê Newroz pîroz kirin.
Bername ji hêla NCDK’ê û Dîe Lînke ve hate pîrozkirin, destpêka bernameyê Serokê Eyaletê ya Dîe Lînke Bodo Ramelow axivî. Ramelow got Newroz yek ji cejna herî dêrîn a mirovahiyê ye û li ser dagirkeriya Tirk a li Efrînê got, ‘’Ji bo Kurdan şeveke reş e lê li pişt vê şevê teqez e ku wê roj bihile. Ji bo ku ev roj zû bihile û şeva şer a Kurdan bi dawî bibe divê em bi hev re têbikoşin.’’