Li Parlamentoya Swîsre konferansa Kurd
Li Parlamentoya Swîsre konferansa Kurd
Li Parlamentoya Swîsre konferansa Kurd
Li Parlamentoya Federal a paytexta Swîsre Bernê konferanseke bi mijara, “Krîza siyasî ya li Rojhilata Navîn û statuya Kurdan” hat lidarxistin.
Li Parlamentoya Federal a Swîsre, di pêşengiyaYekîtiya Parêzeran a Kurd a Cenevre, Tevgera Jin a Swîsre, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û parlamenterên Swîsreyî bi navê, “Krîza siyasî ya li Rojhilata Navîn û statuya Kurdan” konferansek hat destpêkirin.
Di konferansê de parlamenter, Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Prof. Dr. Zanyarê Îslamê Maurus Reînkowskî, Cîgira Hevseroka HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Prof. Dr. Mîthat Sîncar, ji KNK’ê Songul Karabulut, Zubeyir Aydar, gelek Swîsreyî û Kurdistanî amade bûn.
Axaftina vekirina ji aliyê Parlamenterê Partiya Sosyalîst Carlo Sommaruga û Hiqûqnasa Kurd Rezan Zehra ve hat kirin.
Beşa yekemîn a konferansê bi rûniştina li ser mijara, “Li Rojhilata Navîn Projeya Aştî û Demokrasiyê ya Kurdan” destpê kir. Di rûniştina beşa yekem de ji Partiya Keskan Haşîm Sancar moderatorî kir. Prof. Dr. Zanyarê Îslamê Maurus Reînkowskî mafê axaftinê wergirt.
Reînkowskî krîza li Rojhilata Navîn rû dide nirxand û got ku destpêkê xwestine şerê li Sûriyeyê wek ‘parçeyekî Şoreşa Ereban bibînin’ lê belê paşê tiştên derketin holê ji şoreşê wêdetir bû cihekî ku komkujî lê pêk tên.
Reinkowskî di dewama axaftina xwe de got ku sînorên nû bên xêzkirin divê di lehê Kurdan be. Reînkowskî diyar kir ku polîtîkayên Îslamî neo lîberal ên Osmancîtî li Rojhilata Navîn li dîwarên Kurd qelibîne û ev polîtîka bi tinebûnê re rû bi rû ne.
MUSLIM: RIZGARIYA GELAN DI ROJAVA DE YE
Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî polîtîkayên ji dema Împaratoriya Osmaniyan heta roja me ya îro tên nirxand. Muslim got ku Kurd hewl didin li Rojhilata Navîn pergaleke demokratîk ava bikin û sedema herî mezin a şerê li hember Kurdan ev e.
‘BERDÊLA VÊ ÇI DIBE BILA BIBE EM Ê PERGALA XWE AVA BIKIN’
Muslim berxwedana Kobanê bi hemû aliyên wê ve nirxand û got ku berxwedanê ruhê yekîtiya neteweyî ya di navbera Kurdan de derxistiye holê. Muslim anî ziman ku li Rojava berdêla wê çi dibe bila bibe wê li ser esasê demokrasiya radîkal avakirina pergalekê bi hemû aliyên xwe ve bê temamkirin.
Piştî axaftina Muslim, beşa pirs û bersivan destpê kir. Piştre navbera nîvro hat dayîn.