Li Parlamenta Ewropayê konferansa li ser Rojhilat û Îranê

Li Parlamenta Ewropayê, li ser rewşa Îranê û Rojhilatê Kurdistanê wê konferansek were lidarxistin.

Li Parlamenta Ewropayê ku li paytexta Belçîka Brukselê ye, wê 11'ê Çileyê konferansek bê lidarxistin û pirsgirêkên gelên Îranê lê bên nirxandin.

Konferans wê bi sernavê "Ji bo krîza li Îranê û Rojhilata Navîn vîzyona çareseriya demokratîk" pêk were û gelek pispor, akademîsyen, reşwenbîr û kesayetên siyasî wê ji Amerîka, Ewropa û gelek welatên din ên cîhanê tevlî bibin.

Di konferansê de wê sedema krîza li Îranê û Rojhilata Navîn, rêbazên çareseriyê, pirsgirêkên gelên Îranê bi taybetî gelê Kurd û çareseriya van pirsgirêkan werin nirxandin. Konferans ji aliyê Platforma Demokrasiyê ve tê organîzekirin ku Kurd, Azerî, Belûcî û Fars di nav de ne.

Ji ber ku konferans di demekê de ku Kurdan û tevahiya civaka Îranê li dijî rejîmê serî rakiriye tê lidarxistin, girîng tê dîtin.

HEVSEROKÊ PJAK'Ê JÎ WÊ TEVLÎ BIBE

Konferans ji 2 beşan pêk tê. Di beşa yekemîn de wê nûnerên gelên Îranê nêrîna xwe ji aliyê dîrokî û rewşa rojane ve pêşkêş bikin. Di beşa duyemîn de wê pirsgirêkên heyî û perspektîfên çareseriya ji krîzê bên nirxandin.

Tê payin, bi navê Kurdan wê Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mûînî tevlî konferansê bibe.