Li Parîsê têkildarî her du komkujiyan wê meş bêne lidarxistin

Li paytexta Fransa Parîsê di salvegera komkujiyên 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an de wê bi daxwaza “edalet” û “zelaliyê” meşên mezin bêne lidarxistin.

9'ê Çileya 2013'an, li paytexta Fransa Parîsê, Sakîne Cansiz a ku yek ji damezrînerên PKK'ê bû, Fîdan Dogan ku nûnera KNK'ê ya Parîsê bû û Leyla Şaylemez ku endama tevgera ciwanan bû, bi destê îstixbarata MÎT'ê hatin qetilkirin. Tevî ku kujerê vê komkujiyê diyar jî bû, lê di dozê de di pêşketin nebû.

23’ê Kanûna 2022’an dîsa li Parîsê li ber Navenda Çanda Ahmet Kaya di encama êrîşekê de Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin.

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) daxuyaniya nivîskî dan û ragihandin ku ji bo zelalkirina komkujiyan, wê di salvegera her du komkujiyan de bi daxwaza edalet û zelalbûnê meş lidar bixin.

Daxuyaniya TJK-F û CDK-F’ê bi vî rengî ye:

“9'ê Çileya 2013'an, li paytexta Fransa Parîsê, Sakîne Cansiz a ku yek ji afirênerên PKK'ê ye û Fîdan Dogan ku nûnera KNK'ê ya Parîsê bû û Leyla Şaylemez ku endama tevgera ciwanan bû, bi destê îstixbarata MÎT'ê hatin qetilkirin. Her wiha 23’ê Kanûna 2022’an Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil hatin qetilkirin. Evîn a ku cîhan ji hovîtiya DAÎŞ’ê rizgar kir li navenda cîhanê bi vê rebazê hat xelatkirin. Di vê komkujiyê de têkoşîna jina azad a ku bi felsefeya Rêber Apo hatibû afirandin û bi keda Evînan gihiştibû pêngava ‘Jin Jiyan Azadî’, welatparêziya mînak a bi israr û pîroz a Abdûrrahmanan û çanda Kurdistan ku bi awaza Mîr li hemberî dagirkeran dibû berxwedan, hatin armancgirtin. Lê dost û dijminên Kurdan helwesta hevrê Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Abdûrrahman û Mîr dîtin. Gelê Kurd û dostên Kurda bûn dengê berxwedana Rêber Apo û cangoriyên Kurdistanê. Em di 11'emîn salvegerên komkujiyên Parîsê de dîsa bang li dewleta Fransa dikin ku heger nexwaze di dîrokê de wek hevkarên kujeran bê nasîn, divê bi lezgînî li hemberî dewleta Tirk xwedî helwest be û rê li qetilkirina Kurdan bigire. Em bang li dewletên Ewropa dikin ku xwedî li nirxên xwe yên azadî û demokrasiyê derkevin, têkoşîna gelê Kurd a heqîqetê qebul bikin û pê re hevaltî bikin. Dewleta Tirk a faşîst û paşverû îro me qetil dikin, wê sibe we qetil bikin wek mînakên Chatlie Hebdo û Bataclan.

Di vê sala ku pêngava "Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re çareserî" li 74 welatan ji aliyê dostên Kurdan ve hat destpêkirin, wê bersiva me li hemberî van komkujiyan jî di nav pêngava azadî de be. Encamkirina pêngavê wê bibe tola şehîdên me. Ji bo hesabpirsîna komkujiyên Parîsê, bi dawîbûna gef û qetilkirina Kurdan em bang li raya giştî, dostên xwe û gelê xwe yê bi rûmet dikin.

Di 23'ê Kanuna 2023’an de saet di 11’an de li ber Gare du Nord a li buroya informasyona Kurdistan bi tevlîbuna gelê me yê li Fransayê, em ê şehîd Evîn Goyî, Abdûrrahman Kizil û Mîr Perwer bi bîr bînin. Di 6'ê çileya 2024’an de em ê bi tevlîbuna gelê xwe yê li hemû Ewropayê û dostên xwe li Gare du Nord ê saet di 10’an de dicivin.  

Di 6'ê çile de werin em li hemberî dijminên Kurdan û hevkarên kujeran, bibin dengê Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Mîr û Abdûrrahman. Em wek TJK-F û CDK-F starta xebatên şermezarkirin û hesabpirsîna herdû komkujiyên Parîsê didin."