Li Parîsê tecrîd û DYA hate protestokirin

Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve bi çalakiyekê hate protesto kirin.

Li Parîsê meş û li Gare de l’Estê bi çalakiya bêîteatiya sivîl tecrîda giran a li ser Ocalan hate protesto kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li Parîsê meş lidarxist. Ciwanan tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara DYA’yê ya li dijî kadroyên pêşeng ên PKK’ê şermezar kirin û pankarta ‘Ji Abbdullah Ocalan re azadî’ vekirin.

Ciwanan alên PKK’ê û wêneyên Ocalan rakirin û bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ berzkirin.

Meşa ciwanan li Strasboûrg Saînt Denîs veguherî mîtîngê. Mîtîng bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û axaftin hatin kirin. Di axaftinan te wiha hate gotin; “Heta tecrîda li ser Rêber Apo neyê şikandin û heta dewleta Tirk a faşîst ji Kurdistanê neyê derxistin wê çalakiyên me bidomin.”

Mîtîng bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Ciwanan çalakiya duyemîn li Gare de l’Estê lidarxist.  Ciwanan wêneyên Ocalan, alên PKK’ê rakirin û dirûşmeyên şermezarkirina Tirkiyeyê berz kirin. Çalakî bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.