Li Parîsê şeva piştgiriya Yenî Ozgur Polîtîkayê

Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Balûken di şeva piştgiriya Yenî Ozgur Polîtîka ya li Parîsê de axivî û işaret bi rola girîng a çapemeniya azad di têkoşîna azadiyê ya Kurd de kir.

Kurdistanî û dostên wan ên li Parîsê dijîn, di şeva ji bo rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de li hev civiyan. Di şeva ku bi sedan xwendevanên Yenî Ozgur Polîtîka lê amade bûn de Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Balûken û nûnera Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê Nûbihar Mûstefa axivîn.

Şev li salona Konserê ya Jacqûes Brel, di şexsê rojnamevanên şehîd de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê destpê kir. Di axaftinên li ser navê rojnameyê hatin kirin de kedkarên vê organîzasyonê û beşdar hatin silavkirin û hat gotin, "Ji bo me wezîfeyeke, ku polîtîkayên înkar û tinekirinê yên li hemberî gelê Kurd tên meşandin teşhîr bikin û têkoşîna Kurdan bidin bihîstin û xuyakirin." Nûnerên rojnameyê bang li gelê Kurd kir ku xwedî li dengê xwe Yenî Ozgur Polîtîka derkeve.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken jî li şevê axivî û bi bîranîna şehîdên çapemeniyê dest bi axaftina xwe kir. Balûken bal kişand ser cihê çapemeniya azad di têkoşîna azadiyê ya Kurd de û di berxwedana li dijî AKP û Qesrê de gotinên Seyîd Riza bibîr xist.

Balûken got, "Li dijî polîtîkaya kirêt a AKP/Qesrê, yekane gotina em dikarin bilêv bikin mîna Seyîd Riza got, 'em nikarîbûn bi derew, dek û dolabên we ev ji me re bû derd, lê me li ber we serî netewand bila ev jî ji we re bibe derd'. Têkoşîna azadiyê ya Kurd ne bi HDP'ê destpê kir, ne jî wê bi HDP'ê biqede. Eger hûn dibêjin em ê destnedana we rakin, wê demê bersiva me ya li we, ev gotinên Seyîd Riza ne." Balûken di dewama axaftina xwe de bal kişand ser rastiya komkujiya li Kurdistanê tê kirin.

Nûnera Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê Nûbihar Mûstefa jî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya çapemeniya azad û kedkarên çapemeniyê. Mûstefa rewşa li Rojavayê Kurdistanê nirxand û li ser navê Rojava beşdar silav kir.

Di şevê de Tevgera Jinên Kurd ji bo Cizîr û Sûrê stand vekir û nûnerên FEDA, ACTÎT, Heyav Sor a Kurdistanê û gelek saziyan mesaj pêşkêş kirin.

Koma Muzîkê ya Jinê ya bi navê Şararoj, Koroya Zarokan a Parîsê Grûp Sû, Suleyman Çarnewa, Mem Ararat, Rojda, Govenda Ciwanên Rojê ya Parîs Tev-Çandê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

...