Li Parîsê Şervan Muslim hate bîranîn
Li Parîsê Şervan Muslim hate bîranîn
Li Parîsê Şervan Muslim hate bîranîn
Ji bo kurê Hevserokê PYD’ê Salih Muslim û şervanê YPG’ê Şervan Muslim, li Akademiya Çand û Huner ya Kurdistanê li Parîsê merasimek ya bîranînê pêkhat. Di bîranînê de Seroka Tevgera Civaka Piranîparêz Randa Kassîs axivî û got: “Girane dema mirov behsa şehîdan dike. Lê belê rastî jî li ser bedelê ku şehîdan daye tê avakirin.”
Bîranê di demjimêr 15:00’an de birêzgirtinê destpê kir. Piştî sînevîzyona axaftinên dayîka Şervan Muslim jî di nav de bûn hate nîşandan, kesên di dîwanê de cih girtin axivîn.
Nûnerê PYD’ê yê Parîsê Xalid Îsa silav li her kesê ku li ser navê Salih Muslim û Kurdistaniyên li Rojava şer dikin tevlî bîranînê bûne kir û dest bi axaftina xwe kir. Îsa got: “Heya niha tu daxwazên kurdan qebûl nekirin. Kurdan çi got, got em ne li bendê ne yek maf bide me, ji bo em mafê xwe bidest bêxin em saziyên xwe avakirin.” Îsa da zanîn ku, di vê oxirê de xwîna ciwan, jin û mirovan hate rijiya.
Îsa bilêv kir ku, berxwedana Kurdan dê bi serkeftinê biencam bibe û got: “Di vê oxirê de keçên me, kurên me şer dikin. Ev şerê ku ji bo rûmet, namûs û nirxên gelê me destpêkiriye netenê li Rojava ye. Ev bi felsefeya Egîdan û Mazlûman bideh salane didome.”
Seroka Tevgera Civaka Piranîparêz Randa Kassîs jî got: “Girane dema mirov behsa şehîdan dike, lê belê rastî jî li ser bedelê ku şehîdan daye tê avakirin.”
Kassîsa ku sersaxî ji gelê Kurd û PYD’ê xwest da diyarkirin ku, “Hem li dijî rejima Esad û hem jî li dijî çeteyan şehîdên me ên têkoşînê yên gelê Kurd hene. Ên ku li hemberî herdu hêzên dijmin biqehremanî li ber xwe didin û şehîd dikevin pêşeroja gelê Kurd ava dikin.”
Di axaftina kurt ya li ser navê MLKP’ê hatî kirin de jî hate gotin ku, “Gelê Kurd dîroka xwe bixwînê dinivîse. Serê gelê Kurd sax be.”
Di axaftinanên li ser navê Tevgera Azadiya Kurd hatin kirin de jî sersaxî ji kesên di şerê Rojava de jiyana xwe ji dest dane xwestin. Nûner behsa girîngiya meha Cotmehê kir û da diyarkirin ku, komploya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêkhat, îro li Rojava berdewam dike. Nûner got: “Gelê Kurd bedelan dide, gelê Kurd bi şehîdên ku dide samîmiyet û vîna xwe ya têkoşîna azadiyê nîşan didin.”
Piştre Xalid Îsa û Randa Kassîs pêşketinên siyasî ên dawî yên li Sûriye û Rojava nirxandin. Di axaftinan de balkişandin ser siyaseta qirêj ali ser Kurdan tê birêve birin.
Kassîs got: “Spekulasyonekî ku dibêjî gelo Kurd coxrafyayekî cûda dixwazin ava dikin. Li ser Kurdên li ser bingehê welatparêziya Sûriyeyê nêzî hemû gelên li Sûriyeyê dibin, siyasetek bivî awayî tê meşandin. Di rastiyê de ên vê siyasetê dimeşînînin dixwazin Sûriyeyê perçe bikin.”
Piştî axaftinan Xalid Îsa li ser navê PYD’ê sipasiya kesên li salonê kirin. Piştre bislogana “Şehîd namirin” bidawî bû.