Li Parîsê li dijî polîtîkayên bacê bi deh hezaran daketin kolanan
Li Parîsê li dijî polîtîkayên bacê bi deh hezaran daketin kolanan
Li Parîsê li dijî polîtîkayên bacê bi deh hezaran daketin kolanan
Li Fransa nerazîbûnên li hemberî bê edaletiya polîtikayên hikûmetê yên di bacê de belavî kolanan bû. Li paytex Parîsê meşa ku bi navê ‘li dijî bê edaletiya bacê ya Wezîrê Maliyê (Bercy Sarayi)’ ku xwepêşandan hate li darxistin bi deh hezaran kes beşdar bûn.
Xwepêşandanên ku li ser bangewaziya Eniya Çepgir (FG) a ku dinav de sosyalîst û partiyên çepgir yên komûnîst û komên di navde hatin gel hev li paytext Parîs li Meydana Îtalya (Place d’Italie) ber bi Saraya Bercy ve meşiyan. Meşa ku di saet 14’an de destpê kir Partiya Antî-Kapitalîst (NPA), Şerê Karkeran (LO), partiyên ji dervey FG’ê û sendikaya CGT’ê piştgirî dan.
Li ser pankartên ku di meşê de hatin hilgirtin de nivîsên ku hikûmeta Patiya Sosyalîst (PS) û polîtikayên Serokkomar François Hollande rexne dikirin bal kişandin. Li gel paytex Parîsê bajarê din yên weke Bordeaux, Toulouse û Tulle zagonên hikûmetê yên bacê û polîtikayên ku qazancên kêm tine hesab dike hatin protesto kirin.
DI 10 SALÊN DAWÎ DE 100 MILYAR ZERER DA DEWLETÊ
Hevserokê Partiya Çepgir (PG) Jean-Luc Melenchon ku di çalekiya piştî meşê de axivî bi gotinên weke “Em niha di sala 1788’an deyîn” bal kişandine ser Şoreşa Fransa. Melenchon polîtîkayên Hikûmeta PS û Serokkomar François Hollande bi zimanekî hişk rexne kir û wiha got: “Dijminê Firansiyan ne penaber, ne xebatkarên ku li famên xwe digerin û jî memûrin. Tenê yek dijmin heye, ew jî Fransa û saziyên global yên finans ne.”
Malenchon ku diyar kir sîstema baca heyî tenê dewlemendan di parêze û bal kişande ser ku di 13 salên dawî de gohartinên di zagonên bacê de hatine kirin Fransa bi 100 milyar Euro’an xistiye zererê.
JI KDV’Ê 138, JI YÊN KU KAR DIDIN TENÊ 36 MILYAR EURO WÊ BÊ
Sekreterê Giştî yê Partiya Komûnîst a Fransa (PCF) Pierre Laurent di axaftina xwe de bi bîr xistin ku di sala 2014’ê de ji baca TVA’ê 138 milyar Eoro ji bo dewletê û bca ku ji şîrketan tê giritn tenê 36 milyar Euro ye. Laurent diyar kir ku di zagonên bacê de gûhertin li gel teza zêdekirina hêza dijber a Fransayê şaşe û bal kişande ser ku tenê wê bi kêr karê karmend û başên dewlemend were.
Li Fransa KDV yak u ji sedî 19,6 e derxistiye ji sedî 20’an.