Li Parîsê konferansek li ser cînayetên siyasî hat lidarxistin

Li paytexta Fransa Parîsê, bi serenavê "Bi ronahiya dosya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re, cînayetên polîtîk û lêgerîna li edaletê" konferansek hat lidarxistin.

Li paytexta Fransa Parîsê, bi serenavê "Bi ronahiya dosya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re, cînayetên polîtîk û lêgerîna li edaletê" konferansek hat lidarxistin.

Konferans bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd, ji aliyê Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê, Nûnertiya Tevgera Jinên Kurd a navneteweyî û Koordînasyona Piştgiriya Kurdistanê ya Fransayê, li salona konferansê ya Vîctor Hûgo ya li Parlamenta Fransayê hat lidarxistin.

Gelek şexsiyetên polîtîk, hiqûqnas, ferdên malbata sê jinên şoreşger ên Kurd, nûnerên saziyên Kurdistanî, parêzerên dozê, Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah û Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş beşdarî konferansê bûn.

Konferansa ku malovaniya wê Parlamentera Partiya Komunîst a Herêma Saîne Saînt Denîs Marîe-Georges Bûffet ve hat kirin, bi bîranîna sê jinên şoreşger ên Kurd re destpê kir.

Li dû nîşandana sînevîzyona li ser jiyana Cansiz, Dogan û Şaylemez li ser navê malbatan Metîn Cansiz, Hasan Dogan û Cûmalî Şaylemez axivîn.

Bavê Fîdan Dogan Hasan Dogan careke din ji Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande xwest, ku malbatên mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane qebûl bike.

Metîn Cansiz bang li Fransayê kir û got, "Eger hûn dixwazin wê baweriya ku di wijdana Kurdan de we winda kirine ji nû ve qezenc bikin, we pêşî li komkujiyê negirtin, qet nebe kujeran aşkere bikin."

Cûmalî Şaylemez ragihand, eger ev komkujî hatibûya ronîkirin, wê komkujiyên din ên li Fransayê rû nedabûya.

Piştî bîranînê, ji komîteya amadekar Berdevkê Koorînasyona Piştgiriya Kurdistanê ya Fransayê Joel Dûtto axivî û da zanîn, ku hewldanên wan ên ji bo aşkerekirina hêzên li pişt komkujiyê wê bidomin.

Di rûniştina destpêkê ya konferansê de analîza dosya komkujiya Parîsê hat kirin. Di vê rûniştina bi moderatoriya ji parêzerên dosyayê Sylvîe Boîtel de ji parêzerên dosya sê jinên Kurd Jean-Loûîs Malterre û parêzera malbatê ya li Tirkiyeyê lêpirsînê dişopîne Pinar Akdemîr axivîn.

Konferans piştre bi rûniştina "Bi ronahiya dosya Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez re, cînayetên polîtîk û lêgerîna li edaletê" dewam kir.

'NUQTEYÊN HEVPAR ÊN HEMÛ CÎNAYETAN HENE'

Ji qisekerên vê beşê Nîl Andersson li ser 25 cînayetên siyasî yên li Fransayê qewimîn agahî da. Dûre Bachîr Ben Barka mafê axaftinê wergirt û anî ziman ku ew ji bo edaletê li vê derê ne. Barka da zanîn, qetilkirina sê jinên şoreşger dewama pêvajoyên beriya xwe yên nehatine ronîkirin e û got, "Bêguman divê em li hemberî van hemûyan bêdeng nemînin. Weke mirovekî ku bi salane vê têkoşînê dimeşîne dibêjim, aliyê hevpar ên van cînayetan hene. Yên ji derve hatine timî li nava Fransayê bûne xwedî hevparên sûc. Dema mirov qala neşopandinê dikin, ev hevparên sûc ên li Fransayê dikarin werin dîtin."

Nûnerê gelê Tamîlê Thîra Thîrcûchchat got, "Di navbera têkoşîna me û ya Kurdan de girêdaneke xurt heye. Têkoşîneke me ya hevpar a ji bo edaletê heye. Divê Fransa bi vê zanibe; cînayetên hatine kirin, terora dewletê ye. Ji bo van hemû cînayeten siyasî divê edalet bi cih bê."

Ji parêzerên dozê Antoîne Comte diyar kir, komkujiya hatiye kirin, komkujiyeke siyasî ya ku gelê Kurd hedef digire ye û destnîşan kir, ku aliyê hevpar ê hemû cînayetan, bêdengiya rayedarên Fransayê ye.

Beşa piştî nîvro ya konferansê bi rûniştina bi serenavê "Têkoşîna li ser dozên di asta navneteweyî de bêceza mane" destpê kir.

DEMÎRTAŞ: BI KOMKUJIYÊ RE HEVDÎTINÊN AŞTIYÊ HEDEF HAT GIRTIN

Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî di şexsê her sê jinên şoreşger de bi bîranîna hemû şehîdan dest bi axaftina xwe kir û bal kişand ser hevdîtinên li Îmraliyê yên di dema komkujiyê de. Demîrtaş got, "Birêz Ocalan wê demê, di mijara provokasyonên mezin ên ji bo sabotekirina pêvajoyê de hişyarî dida û ji her kesî dixwest, baldar be."

Demîrtaş got, "Hînê di hevdîtina destpêkê de ev fikara xwe bi me re parve kir" û diyar kir, bi komkujiyê er hevdîtinên aştiyê hedef hatiye girtin. Demîrtaş da xuyakirin, ku gelê Kurd, malbatan û jinên Kurd bi israra xwe ya di aştiyê de armanca qetlîamkeran pûç kirine. 

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di dewama axaftina xwe de ragihand, ku divê Fransa li ser tevlîbûna PYD'ê li Cenevreyê helwesteke zelal nîşan bide û got, "Sê jinên şoreşger ên Kurd berî sê salan li Parîsê hatin qetilkirin. D inava sê salan de bi dh hezaran Sakîne, Leyla û Fîdan tevlî têkoşînê bûn. Yên ew qetil kirin, bi xwe mirin. Nikarîbûn wan tine bikin, wê nikaribin."

Senatora Fransayê Elîane Assassî jî da xuyakirin, ku divê PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorîst' bê derxistin.

...