BI DÎMEN

Li Parîsê diktatoriya Erdogan hate protestokirin

Li paytexta Faransa Parîsê ji bo diktarotiya AKP/Qesrê, girtina parlementer û hevserokên HDP’ê DBP’ê protesto bikin li pêşaiya avahiya Partiya Sosyalîst a li Fansayê desthilat çalakiya protestoyê hate lidarxitin.

Çalakiya ku di saet 15:00’an de li ser banga eniya hevpar a li dijî faşîzmê bi beşdariya Tevgera Jina Kurd a Fransa, SKB, CDK-F, ACTÎT, FEDA û nûnerên saziya TEV-CAN a Parîsê li pêşiya avahiya Partiya Sosyalîst a Faransayê çalakiyek hate lidarxitin.

Girseyê pankartên mîna “Girtina HDP’ê tê wateya girtina vîna me”, “Ji bo hilbijêran azadî” û “ Stop Erdogan” hatin vekirin, di heman demê de dirûşmên şermezarkirina êrîşên qikirinê hatin berzkirin.

Di belavoka ku di çalakiyê de hate xwendin ev tişti hatin gotin: “Divê Ewropa li dijî polîtîkayên qirkirinê yên diktatoriya Erdogan dengê xwe bilind bike, berovajî vê bêdengbûna Ewropa ya li dijî vê di warê Tirkiye demokrasî û gelê Tirkiyeyê de dikeve rewşekî pir metirsîdar.”

Heyetek ji çalakvanan bi rêveberên Partiya Sosyalîst re hevdîtin kir û dosyayek pêşkêş kirin. Di hevdîtinê de hate diyarkirin ku di vê ji derveyî peyamên şermezarkirinê yên Partiya Sosyalîs,divê hikûmeta Françoîs Holland pêkanînên cidî li dijî Tirkiyeyê dide meşandin.

Heyetê, daxwaz ji Patiya Sosyalîst kir ku ji bo bûyerên li Kurdistanê diqewimin bişopîne heyetekê bişîne Kurdistanê. Rêveberê Partiya Sosyalîst jî anî ziman ku di nava xebatekî bi vî awayî de ne.

Çalakiya ku nêzî 2 saetan dewam kir, banga beşdariyê li çalakiya ku wê di saet 13:00’an de li pêşiya Parlementoya Fransayê bê lidarxitin kir.

Çalakî bi dûrşman ve bi dawî bû.

 

...