Li Parîsê daxuyaniya li ser komkujiyên meha Adarê

Li paytexta Fransa Parîsê, têkildarî komkujiyên di meha Adarê de qewimîne, saziyên şoreşger, çep û sosyalîst daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Li paytexta Fransa Parîsê, têkildarî komkujiyên di meha Adarê de qewimîne, saziyên şoreşger, çep û sosyalîst daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

Daxuyanî li Strasboûrg Saînt Denîs ku herêma 10. a Parîsê ye hat dayîn û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê nûnera ACTIT'ê Tacim Yuksel ve hat dayîn. Yuksel darbeya 12'ê Adara 1971'ê, qetilkirina Mahîr Çayan û hevrêyên wî di sala 1972'an de li Kizildereyê, qetilkirina 7 endamên Dev-Gençê li Zanîngeha Stenbolê di 16'ê Adara 1978'an de, Komkujiya Helebçeyê ya ji aliyê rejîma Saddam ê faşîst ve hat kirin û bi hezaran Kurd lê hatin qetlkirin, Komkujiya Gazî ya di 12'ê Adara 1995'an de bi destê kontr-gerîla yên dewleta Tirk a faşîst ve hat kirin bibîr xist da zanîn, ku her çend bi dehan sal di ser van komkujiyan re derbas bûne jî ti ji van nehatine ronîkirin, kujer hatine veşartin û parastin, dewleta ku kujeran diparêze bi destê AKP'ê re vê kevneşopiya xwe bi awayekî bê perwa didomîne.

Yuksel got, "Di vê pêvajoyê de li bajarên Kurdistanê, bi komkujiyên li hemberî Kurdan ên li 'jêrzemînên wehşetê' re, li dijî gelên berxwedêr tê şerkirin. Weke mirovên xwedî li hişmendiya dîrokê derdikevin, wezîfeya me ye ku em komkujiyên berê nedin ji bîrkirin û li dijî komkujiyên di roja îro de jî dewam dikin bibin yek, li ber xwe bidin û hesab bipirsin." Yuksel diyar kir, dewleta Tirk a faşîst ji roja avabûna xwe û vir ve li Kurdan, komunîst û Elewiyan bi kurtasî li hemû bindestan komkujiyan dike û destnîşan kir, ku di roja îro de jî AKP vê kevneşopiyê didomîne.

Di dewama daxuyaniyê de Yuksel got, "Hemû canên me yên di komkujiyên meha Adarê de jiyana xwe ji dest dan, bi xwîna xwe re ev wasiyet li mejiyê me neqişandin: Bi yekbûna li dijî faşîzmê re em ê bi ser bikevin. Dîrok, ji bilî vê rêyê, rêyeke din a ber bi serketine ve nas nake" û da xuyakirin, ku benda li Gazî û xendekên li Kurdistanê, çeperên hevpar ên berxwedanê ne.

Yuksel ragihand, rojên hesabpirsîna ji van komkujiyan û serketinê, ji van bend û xendekan derbas dibe û got, "Weke hemû saziyên mora xwe danîne binê vê daxuyaniya çapemeniyê, li dijî nûnerên roja îro yên Dehaqên zalim, em ê berxwedana xwe ya yekbûyî ya ji hêrsa Kawayê şoreşger ê hemdem, bi coşa Newrozê re bikin yek û wezîfeyên xwe bi cih bînin. Em canên xwe yên di meha Adarê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tînin û bi dengê hêza xwe ya yekbûyî ya ku dewleta qetlîamkar têk bibe re dibêjin yek kulm û yek bend. Em Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê, Geverê silav dikin."

Daxuyaniya çapemeniyê ya bi îmzeya ADHK-Parîs, CDK-F, ACTIT; ATÎK-Parîs, Alinterî û ODAK, bi qîrîna dirûşmên "Em ê komkujiyan ji bîr nekin, em ê hesab bipirsin", "Gelên li Kurdistan û Tirkiyeyê li ber xwe diidn, wê bi ser bikevin" bi dawî bû.

...