Li Parîsê ciwanên Kurd Gare Du Nord dagir kirin

Li payetex Parîs a Fransayê komek ciwanên Kurd, ji bo ku balê bikişînin ser tecerîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, stasyona tren a Gare dû Nord a bi navûdeng dagirkirin.

Çalakvanên ku ji bajarên Parîs û Creîl hatin li gara terenê posterên Ocalan û alên PKK’ê daliqandin û dirûşmên “Azadî Ji Ocalan Re” û “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

Di çalakiyê de gelek belavok hatin belavkirin.

...