Li Parîsê çalakiyên Azadiya Ocalan hate lidarxistin
Li paytext Parîs a Fransayê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek hate lidarxistin.
Li paytext Parîs a Fransayê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek hate lidarxistin.
Di pêşengtiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) û Ciwanên Azad de saet 18:00’an li Qada Repûbliqe meşek hate lidarxistin, Kurdistanî û nûerên ACTÎT’ê jî beşdar bûn.
Di tevahiya meşa rêjeyek zêde Kurdistanî beşdar bû de, dirûşmên “Ji Ocalan Re Azadî” û “Qatil Erdogan” hatin berzkirin, her wiha belavokên ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tîne ziman jî hatin belavkirin.
Girseya ku heta pêşiya Ajansa Nûçeyan A Frans (AFP) meşiyan Hevserokê Meclîsa Naveda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê Mehemt Alî Yildiz diyar kir ku heta Rêbertiya wan azad bibe divê her kes di nava çalakiyan de be, divê tu kes li mala xwe aram ne rûne.”
Çalakî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “ Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.