Li Parîsê çalakiya xwedîderketina berxwedana Teroyan
Li paytexta Fransa Parîsê çalakiya xwedîderketina li berxwedana Teroyan hat lidarxistin.
ANF
PARÎS
yekşem, 8 gulanê 2016, 17:42
Çalakiyên protestoyî yên têkîldarî kampa ku Qesr/AKP’ê dixwazin li herêma Teroyan a Gurgumê ava bikin li bajarên Ewropa berdewam dikin. Li paytexta Fransa Parîsê çalakiya xwedîderketina li berxwedana Teroyan hat lidarxistin.
Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên hikûmeta Qesr/AKP’ê ya ku li Kurdistanê tê meşandin û avakirina kampa li herêma Teroyan a ji bo bicihkirina çeteyên DAIŞ’ê, gelek sazî û dezgehan meş û mîtîng li dar xistin.
Li ser banga Hewldana Gurgum û Konseya Kurd a Fransayê (CDK-F), bi beşdariya Navenda Civaka Demokratîk, Nûnerên Platforma ji Qirkirina Cizîr û Gurgumê re na, Komaleya Pîr Sûltan Ebdal a Parîs, Nûnerên Tevgera Jina Kurd a Ewropa, FEDA, Mala Gel a Bazarcix a li Parîsê, Komaleya Sînemiyan, Mala Çandê ya Nûrhak Anadolû, ACTÎT, Kovara ODAK û saziyên mîna HDP–HDK’ê yên li Ewropa, saet 14:00’an ji pêşiya Bare de l’Est’ê meşeke girseyî destpê kir.
Di meşê de pankarta “Ji Cizîrê heta Gurgumê ji qetlîaman re na” hat vekirin. Di tevahiya meşê de dirûşmên “ Qatil Erdogan” û “Bazarcix wê ji faşîzmê re bibe goristan” qîr kirin.
Li Qada Repûblîqûeyê jî mîtîngek hat lidarxistin. Di axaftinên nûnerên saziyan de hatin diyarkirin ku hikûmeta AKP/Qesrê bi avakirina kampa li herêma Gurgumê dixwaze plana Islahatkirina Şarqê a di sala 1937’an de li Dersîmê dabûn destpêkirin ji nû de bixin meriyetê. Her wiha hate destnîşankirin ku bi vê yekê ve dixwazin qirkirinê li ser Kurdên Elewî bidin meşandin. Di axaftinan de li dijî kampa li herêma Teroyan bang li Kurdên ku li Ewropa dijîn, beşên şoreşger, sosyalîst, Elewî û çepgiran hate kirin ku berxwedanê mezin bikin.