Li Parîsê çalakiya ‘em edaletê dixwazin’

Li Parîsê çalakiya ‘em edaletê dixwazin’

Li paytextê Fransa Parîsê çalakiya “em edaletê dixwazin” hate pêkanîn. Nederxistina kujerên komkujiya Parîsê li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Parîsê hate protesto kirin. Di çalakiyê de balkişande ser ku, li rexmî 203 roj li ser re derbazbûn jî hêjan kujer nehatine derxistin.

Li Parîsê 9’ê Çileyê ji damezirênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku hatin qetilkirin, her hefte roja çarşemê ji bo kujer bên peyda kirin û hêzên li pişt komkujiyê zelal bibin çalakî tê li darxistin, îro jî dom kir.

Kurdistaniyên li ber Buroya Enformasyona Kurdistanê ku komkujî lê pêkhatibû kombûn, wêneyên sê jinên Kurd ên şoreşger hilgirtin û pankarta “203 roje em daxwaza edaletê dikin, kujeran derxînin holê.”

Kurdistaniyên deqîqeyek rêz girtin, axaftinên ku daxwaza kujer bêne dîtin kirin.