Li Parîsê çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’

Li Parîsê çalakiya ‘Em edaletê dixwazin’

Li Parîsê ku 9’ê Çileyê sê siyasetmedarên jin yên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, her roja Çarşmeê çalakiya ‘em edaletê dixwazin’ pêk tê îro jî dom kir. Çalakvana destnîşan kir ku, li ser komkujiyê re 100 roj derbazbûn û bêdengiya rayedarên Fransî protesto kirin.

Meş li ber Akademiya Hûnerê ya Kurdistanê ya li Parîsê destpê kir. Di meşê de pankartên “Piştî sed rojan em hêjan li kujerên rastîn û berpirsan digerin” û dowîzên “Navê min Sakîne Cansize, 55 salî me, li nava Parîsê hatim qetilkirin”, “Navê min Leyla Şaylemeze, 25 salîme, li nava Parîsê hatim qetilkirin”, “Navê min Fîdan Dogane, 31 salîme, li nava Parîsê hatim qetilkirin, kujerên me hêjan nehatine aşkera kirin.” hatin girtin.

Belavokên îmzeya Federasyona Komeleyên Kurd yên li Fransayê (FEYKA-Kurdistan) li ser heyî yê binavê “Sakîne, Fîdan, Leyla beriya sed rojan hatin kuştin, edaleta Fransayê hêjan bêdenge” hatin belavkirin. Di belavokan de hate diyarkirin ku, pêwîste demildest komkujî bê zelal kirin û kujer bêne peyda kirin.

Yeketiya Jinên Sosyalîst (SKB) jî bi awayek bihêz tevlî çalakiyê bû. Bi dirêjahiya meşê sloganên “Em edaletê dixwazin”, “Ji gelê Kurd re statû”, “Em hemû Sakîne, Leyla û Fîdanin”

Dema ku meş giha ber Buroya Enformasyona Kurdistanê deqîqeyek rêzgirtinê hate girtin û sloganên “Şehîd namirin” hatin avêtin. Li vir slogan hatin avêtin û piştî nîv seetekê axaftinên kurt hatin kirin.

JI WEZARETA EDALET Û NAVXWEYÎ YA FRANSAYÊ RE NAME

Sê nameyên cûda yên ji aliyê FEYKA-Kurdistan, Akademiya Hunerê ya Kurdistanê û Înîsiyatîfa Jinên Kurd yên li Parîsê ji wezareta Edalet û Navxweyî ya Fransayê re şandin. Di nameyên ku têde hate gotin, li rexmî sed roj li ser komkujiyê re derbazbûn jî hêjan kujer nehatine dîtin û hate diyarkirin ku, “Em dixwazin demildest civaka Kurd were agahdar kirin.”