Li Parîsê çalakiya bîranînê: Em ala berxwedanê bilind bikin

Li Parîsê, Çarik û Glîdag ên li Cizîr û Bûrsayê jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Li banliyoya Drancy a paytexta Fransa Parîsê, Hîkmet Çarik (Felat Igdir) ê li Cizîrê jiyana xwe ji dest da û Asya Glîdag (Eser Çalî) ya li Bûrsayê jiyana xwe ji dest da, çalakiyek bîranînê hat lidarxistin.

Di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Drancy de, tevî xizmên cangoriyan bi sedan Kurdistanî amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Hayrî Ûlûdag peyivî û got, "Van hevalên me li hemberî êrîşên hovane yên dewletê, ku li cîhanê mîna wan nehatiye dîtin, li ber xwe dan û şehîd ketin. Ev şehadeta lehengî ya şehîdên me berpirsyariyeke giran dide ser milê me hemûyan; divê em ala wan a berxwedanê bilind bikin. Ev yek ji bo me hemû welatparêzan derbasdar e."

Merasîma bîranînê ya du saetan dewam kir bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

...