Li Parîsê bo 4 gerîlayan bernameya bîranînê

Li Parîsê bo 4 gerîlayan bernameya bîranînê

Ji bo çar gerîlayên ku di 3’ê Mijdara 2012’an de li Herêma Xakurkê di encama êrîşa hewayî ya artêşa tirk de jiyana xwe ji dest dan dê li roja Înê bernameya bîranînê pêk bê.

Di êrîşa hewayî de ji fermandarên HPG’ê Hamît Akil (Kerîm Şirnex) û Hakî Uludag yê bi navê Hakî Urfa, Îhsan Yildiz bi navê kod Rêgeş Yildiz û Engî Argeş bi navê kod Şervan Sason jiyana xwe ji dest dabûn.

Bavê Hakî Uludag Xeyrî Uludag, li Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê a Parîsê sersaxiyan qebûl dike.  Ev sê roje didome û eleqeyeke mezin heye. Sersaxî roja şemiyê saet di 13.00’an de dê bi bernameya bîranînê bi dawî be.