Li Parîsê 3 Kurd hatin binçavkirin

Li Parîsê 3 Kurd hatin binçavkirin

Polîsên Franseyê roja 4’ê berfanbarê saet di 06.00 de bi ser malên Kurdistaniyên li Parîs û derdora wê de girtin û di encamê de 3 Kurd binçav kirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di çarçoveya lêpirsîna sibatê hatibû destpêkirin de serdegirtin pêk hat û di encamê de 3 Kurd hatin binçavkirin. Ji ber hin kesên ne li navnîşanên polîsan bi ser de girtin bûn, derbarê wan de biryara lêgerînê derxistin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, polîsên ‘Maseya Têkoşîna bi Terorê re’ bi ser malên Kurdan de girtin û di encamê de 3 kes hatin binçavkirin.

Hêjayê gotinê ye ku dewleta Franseyê ev demek dirêje li hemberî Kurdan operasyonên girtin û binçavkirinê pêk tîne. Herî dawî 6’ê cotmehê Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn li Parîsê hate girtin.

Li gorî tomarên ANF’ê ji sala 2007 ve zêdetirê 200 penaberên kurd ji aliyê polîsên Frensî ve ji ber sedemên siyasî hatin binçavkirin. 2’yê Mijdara 2011’ê Navenda Çanda Kurdan a Ahmet Kaya bi biryara dadgeha Parîsê hatibû girtin.