NÛ BÛ-Li Oslo, Zurîh û Bernê Komkujia Parîsê hate protestokirin
Li paytexta Norweçê Oslo û li bajarên Zurîh û Bern ên Swîsreyê salvegera Komkujiya Parîsê hate protesto kirin.
Li paytexta Norweçê Oslo û li bajarên Zurîh û Bern ên Swîsreyê salvegera Komkujiya Parîsê hate protesto kirin.
Çalakiya portestoyê ji aliyê Meclîsa Gel a Oslo ve hate organîzekirin û Kurdistanî li pêşiys Konsolosxaneya Fransayê li hev civiyan. Di çalakiyê de bal hate kişandin li ser kujerên qetlîamê û hate gotin ku divê berpirsên komkujiyê bên darizandin. Rolê dewleta Fransa a di qetlîamê de jî hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de çelenga reş li pêşiya Sefaretxaneya Fransayê hate danîn û di axaftinên hatîn kirin de daxwaza edaletê ahte kirin.
ZURÎH
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê jî jinên Kurdistanî çalakî lidarxist. Çalakiya ku bi pêşengtiya Meclîsa Jinan a Bêrîtan ve li pêşiay Sefaretxaneya Fransayê hate kirin. Di çalakiyê de dirûşme hatin berzkirin û çelenga reş li pêşiya sefaretxaneyê hate danîn.
Çalakî piştî dayîna dosyaya têkildarî Komkujiya Parîsê hatîbû amadekirin, bi dawî bû.
BERN
Li bajarê Bern ê Swîsreyê jî, ji aliyê Meclîsa Jinan a Mizgîn ve bi çalakiyekê Komkujiya Parîsê hate şermezarkirin.
Bi dehan Kurdistaniyên ku li Bern Casînoplatzê li hev civiyan, çalakî lidar xistin.
Piştî deqîqeyek rêzgirtinê, li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê axaftin hate kirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Sara Rojbîn Ronahî’, ‘Kujer AKP, Kujer Erdogan’ û ‘Terorîst Tirkiye’ hate berzkirin û dosyaya ku têkildarî Komkujiya Parîsê hatî amadekirin ji aliyê heyetekê ve radestî sefaretxane hate kirin. Bi danîna çelenga reş a li pêşiya sefaretxaneyê re çalakî bi dawî bû.